Kiliçdaroglu serdana Abdullah Gul kir

31-03-2023
RÛDAW
Nîşan Kemal Kiliçdaroglu Abdullah Gul
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Berbijêrê Hevpeymaniya Millet û Serokê Giştî yê Partiya Gela a Komarî (CHP) Kemal Kiliçdaroglu serdana Serokkomarê berê yê Tirkiyê Abdullah Gul kir.

Hewildan û serdanên  Berbijêrê Hevpeymaniya Millet û Serokê Giştî yê Partiya Gela a Komarî (CHP) Kemal Kiliçdaroglu yên ji bo bidestxistina piştevaniyê ji alî û kesayetên siyasî berdewam in.

Kiliçdaroglu di vê çarçoveyê de roja Înê 31ê Adara 2023an  li bajarê Stenbolê yê Tirkiyê serdana Serokkomarê berê yê Tirkiyê Abdullah Gul kir û li Qesra Ayazaga ligel wî cîvînek pêkanî.

Civîn derdora demjimêrekê berdewam kir û piştî civînê ji herdû aliyan ti daxuyaniyek nehatiye belav kirin.

Abdulllah Gul yek ji damezrînerên sereke yên Ak Partiyê bû û di navbera salên 2007 û 2014an ji hikumeta AK Partiyê postê bibû 11emîn Serokkomarê Tirkiyê. Piştî erkê wî yê Serokkomariyê temambû ji AK Partiyê cuda bibû.

Ev serdana bo Abdullah Gul di demekê de ye, Kemal Kiliçdaroglu ya  roja Pêncşemê 31ê Adara 2023an serdana Serokkomarê 10emîn yê Tirkiyê Ahmet Necdet Sezer jî kiribû û Sezer piştî serdanê piştevaniya xwe bo berbijêriya Kiliçdaroglu ragihandibû.


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst