Daxuyaniya berpirsên PKKê yên derbarê hilbijartinên Tirkiyê bû sedema nîqaşan

31-03-2023
RÛDAW
Daxuyaniya berpirsên PKKê yên derbarê hilbijartinên Tirkiyê de, li nav Tirkiyê bû sedema nîqaşan.
Daxuyaniya berpirsên PKKê yên derbarê hilbijartinên Tirkiyê de, li nav Tirkiyê bû sedema nîqaşan.
Nîşan PKK Hilbijartinên Tirkiyê Sabrî Ok
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê, pêvajoya hilbijartinan careke din rojeva siyasetê germ kiriye û aliyên dijberî hev, ketine pêşbaziya tometbarkirina hevdû. Tometa herî zêde jî piştgiriya terorê ye ku li hemberî Partiya Çep a Kesk û Hevpeymaniya Milet tê kirin. Bi taybetî piştî daxuyaniyên berpirsên PKKê ên di derbarê hilbijartinan de, ew tomet zêdetir derketine pêş.

Bi destpêkirina proseya hilbijartinên Serokkomarî û parlamenteriyê ya Tirkiyê, çareseriya pirsa Kurd careke din bûye mijara herî germ ya siyaseta wî welatî.

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan dibêje “Me çi got, me got şirîkê veşartî heye, li ku ye? Me got li binê maseyê, eger bê bîra te. Niha ji bin maseyî derket ser  mase yê. Em dizanin ku CHP û HDP şirîkên herî mezin in. HDP û PKK jî heman tiştin.”

Daxuyaniyên herî dawî yên berpirsên payebilind yên PKKê derbarê hilbijartinan de nîqaş zêdetir kirine, bi taybetî jî ew daxuyaniya Endamê Encûmena Cîbicîkarê KCKê Sebrî Ok ku dibêje li ser daxwaza dewletan û hêzên mezin wan agirbest ragihandiye û heta piştî hilbijartinan jî dema agirbestê dirêjkirine.

Endamê Encûmena Cîbicîkarê KCKê Sabri Ok ragihand "Hêzên navnetewî heta wek dewlet jî carna rasterast carna bi şêwazên cûrbecûr ji rêveberiya me re agahî dişandin, silav dişandin, eger hûn rojek wisa bê çalak bin, biyrareke agirbest bidin roleke me jî hebe emê jî hewl bidin rolek bilîzin dê pir baş bibe. Erê bêguman emê hinekan destek bikin hinekan jî nakin. Yanî AKP çi ji PKKê dixwaze? Hiç qala siyasetê neke."

Serokkomarê Tirkiyê û Serokê AKP ku di dema 20 salên desthilata xwe de ber bi çareserkirina pirsa Kurd û bo bi dawîkirina şerê çekdarî yê 40 salî yê PKKê gavên wêrek avêtinê lê PKKê  tohmetbar dike ku li cihê aştiyê şer hilbijartiye. Niha jî opozîsyonê tohmetbar dike ku jiber hilbijartinan bi rêkeftina ligel HDPê bi PKKê re ketine yek eniyê.

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan got jî “Yên ku ligel berdewamiya rêxistina terorê PKKê li parlamentoyê, di nav ofîsa li parlamentoyê serdan kirin ma ne partiya sereke ya opozîsyonê bû. Wê partiya opozîsyonê, ligel wan li pişt deriyan veşartî behsa çi kir? Soza çi da? Bazara çi kirin?”

CHP jî wan hemû tohmetên desthilatê red dike ku peywendiyên wan ligel PKKê hene.

Berdevkê CHPê Faik Oztrak diyar kir "Yê ku duh li Osloyê bi rêxistina terorê re karmendên dewletê rasterast li ser maseyê kom kir, li Xaburê dadgeheke seyar ava kir, yê ku parastina wan kesan dike ku bi werîsê berazan jin xeniqandine û hevpeyman ligel wan kiriye û lîste nivîsandiye Erdogan e. Navlêkirina CHPê weke ku danûstandin ligel rêxistina terorê kiriye buxtane, şerme.”

14ê Gulana îsal hilbijartinên serokkomarî û parlamenteriyê tên kirin. Deshilat û opozîsyon ji bo biserketina di wan hilbijartinan de rikeberiyeke tûnd birêve dibin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst