Demîrtaş derbarê êrîşa ser avahiya ÎYÎ Partiyê daxuyanî da

31-03-2023
RÛDAW
Nîşan Selahattîn Demîrtaş ÎYÎ Partî Stenbol
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattîn Demîrtaş êrîşa li ser avahiya ÎYÎ Partiyê şermezar kir û got: “Êrîşên wiha bêyî desthilatê bi awayek serbixwe nayên kirin.”

Roja Înê 31ê Adara 2023an kesekî bi çekê  êrîşî avahiya avahiya serokayetiya ÎYÎ Partiyê ya Stenbolê kiribû. Vê êrîşa li dijî ÎYÎ Partiyê karvedan li pey xwe anîn.

Hevserokê Berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ku ji sala 2016an ve li girtîgeha tîpa F a Edîrneyê girtî ye, roja Înê 31ê Adara 2023an li ser hesabê xwe yê medyaya civakî bi peyamekê  êrîşa li dijî ÎYÎ Partiyê şermezar kir.

Demîrtaş di peyama xwe de dibêje: “Ez êrîşa li dijî ÎYÎ Partiyê lenet dikim. Êrîşên bi vî awayî, bêyî desthilatê bi awayekî serbixwe nayên kirin. Dibe ku hinek alî bixwazin kampanyaya hilbijartinê, bi çek û gefan birêvebibin, lê divê herkes bi pêdagirî û wêrekî xwe bo 14ê Gulanê amade bike. Sebir bikin em dê  bi hevre biguherin.”

Ev êrîşa li dijî ÎYÎ Partiyê di demekê de hat ku Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan roja Pêncşemê di gotareke xwe de ji Seroka ÎYÎ Partiyê Meral Akşener re gotibû: “Navê min Tayîp, paşnavê min Erdogan e. Li Erdogan baldar be. Li hember navê Tayîp jî baldar be. Dema tu diaxivî li gor vê biaxive.”

Meral Akşner jî piştî van gotinên Erdogan û êrîşê li ber deriyê avahiya partiya xwe daxuyaniyek da çapemeniyê û got: “Ew kesê ku Meral Akşer bitirsîne ji dayika xwe nebûye. Ez natirsim Recep Beg.”

Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu jî piştî êrîşê ragihandibû ku êrîşkar hatiye desteserkirin û ji berpirsên ÎYÎ Partiyê re gotibû: “Ew aliyên  berpirsyar dema kesekî tohmetbar dikin, divê baldar bin.”

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst