Mûçeyê herî kêm ê xanenişînan diyar bû

31-03-2023
RÛDAW
Nîşan Xanenişîn Mûçe
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Pêşniyaz-yasaya zêdekirina mûçeyê herî kêm ê xanenişînan û sererastkirina fermîbûna ji bo karkerên demkî li Parlamentoya Tirkiyê hat pesendkirin.

Pêşniyaz-yasaya ku 24ê Adara 2023an ji bo zêdekirina mûçeyê herî kêm ê xanenişînan û sererastkirina fermîbûna ji bo karkerên demkî hatibû pêşkêşkirin roja Pêncşemê 30ê Adara 2023an hat pesendkirin.

Li gor vê yasayê mûçeyê herî kêm ê xanenişînan ku niha 5 hezar û 500 lîre ye bûye 7 hezar û 500 lîre. Herwiha pereyê ku wek diyariya cejnan jî tê dayîn bi zêdekirina 900 lîreyê Tirkî derketiye 2000 lîreyan. Tê texmînkirin ku ev yasa nêzîkî 11 milyon welatiyan li xwe digre.

Herwiha bi pesendkirina vê yasayê dema karkirina karkerên demkî jî li gor pêwîstiya saziyan hat dirêjkirin. Li gor vê yekê dema karkirina karkerên demkî dê di heman dema vîzeyê de heta 11 meh û 29 rojan dikare bê dirêjkirin. Rêveber û wezaretên bi saziyan peywendîdar dê bikaribin wê demê diyar bikin.

Ligel pesendkirina vê yasayê nerazîbûna welatiyan û partiyên opozîsyonê ji bo 7 hezar û 500 lîre hene ku tê gotin divê mûçeyê herî kêm yê xanenîşînan jî di asta mûçeyê kêmane de be û careke din bê zêdekirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst