PAK: Divê hemû girtîyên siyasî ji guhertinên yasaya înfazê sûd wergirin

31-03-2020
RÛDAW
Nîşan PAK
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) ragihand ku erkêke esasî ue hikûmeta Tirkiyê îro hemberî xeteriya vîrusa koronayê, parastina tendirustî û jiyana hemû girtiyên lixwe bigire.

Pêşniyaza qanûnê ya guherandina înfazê ku ji aliyê komên AK Partî û MHPê ve hevbeş hate amadekirin pêşkêşî Serokatiya Parlamentoya Tirkiyê hat kirin.

Wekîlê Serokê Koma AK Partiyê Cahît Ozkan ragihand "Sûcên cinsî, sûcên madeyên hişbirê, kuştina qestî, tundiya dijî jinan û sûcên terorê ku wijdana civakê diêşînin di guherînê de cih nagirin."

Derbarê mijarê de PAKê jî daxuyaniyek belav kir û têde dibêje: “Li gorî Madeya Mafê Tenduristîyê ya Peymana Mafên Civakî, Kulturî û Aborî ya Netewên Yekbûyî, li gorî gelek peyman navnetewî û biryarên dadgehên  navnetewî, nabe ku tu girtîyên di hepsê de ji mafên xwe yên tendirustî  jiyanê bêpar bêne hiştin.Rewşa wan a hiqûqî çi dibe bila bibe, parastina tendirustî û jiyana hemû girtîyên di hefsê de, wazîfe û berpirsiyarîyeke bingehîn a Dewleta Tirkiyê  ye.”

PAK da zanîn ku niha nêzîkî 300 hezar kesan di zindanan de girtî ne û ragihand: “Hikûmeta AK Partiyê ji bo ku vê hêjmarê hinekî kêm bike, diwaze di Qanûna Înfazê de hinek guhertinan bike.Lê diyar e ku, li gorî agahdariyên heyî, hikûmet naxwaze girtiyên siyasî û girtiyên ku ji ber fikir û nivîsên xwe di hefsan de ne ji van guhertinên Qanûna Înfazê feydê bigirin. Helbete ku divê hemû ceza, biryar û kiryarên ku rê li ber azadiya ramanî û xwe îfadekirinê, azadîya xebata siyasî û rêxistinî digirin ji holê rabin.Divê di Qnûna Bingehîn û hemû qanûnên din de, garantiyên ji bo azadiya ramanî û xwe îfadekirinê, azadîya xebata siyasî û rêxistinî bêne bicîkirin.

Divê  hemû girtiyên ku ji ber xebatên xwe yên siyasî, ji ber nivîsên xwe, jiber îfadekirina fikrên xwe,   bi awayekî bê hiqûqî, bi awayekî neheq, bi biryarên şikbar hatine cezakirin û hatine girtin jî ji van guhertinên Qanûna Înfazê feydê wergirin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst