AK Partî di hilbijartinên herêmî de li pêş e lê Enqere ji dest da

Ev rûmala îro ya Rûdawê ji bo hilbijartinên herêmî yên li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê bû. Sibe jî Rûdaw dê encaman, helwest û bertekên aliyên siyasî bişopîne.


2:45 a.m

 

Ji sedî 98.86ê sindoqan hatine vekirin

 

Li gor encamên destpêkê yên hilbijartinên herêmî yên Tirkiyê, heta niha %98.86 sindoqên dengdanê hatine vekirin û dengên van sindoqan hatine hejmartin.

 

Li gor encamên destpêkên yên ku Ajansa Anadoluyê belav kirine, ji wan dengên ku hatine cudakirin û hejmartin, AK Partî bi bidestxistina %44.44ê dengan di rêza yekem de û CHP bi bidexistina %30.08ê dengan di rêza duyem cih girtine.

 

Encamên destpêkê li gor hejmartina dengên %89.55ê sindoqan bi vî awayî ye:

 

AK Partî: %44.44

 

CHP: %30.08

 

IYI Partî: % 7.46

 

MHP: %7.23


HDP: %4.21


Aliyên din: %6.58

 

01:35 a.m 


Erdogan spasiya Kurdan kir


 

Serokomarê Tirkiyê û Serokê Giştî yê AK Partiyê, Recep Tayyip Erdogan li Enqerê têkildarî encamên hilbijartinên herêmî ji alîgirên partiya xwe re axivî.

 

Recep Tayyip Erdogan di axavtinekê de ji alîgirên AK Partiyê re ragihand: Encama ku Tifaqa Cumhur bi dest xistiye, nêzîkî encama hilbijartinên 24ê Hezîranê ye.

 

Erdogan amaje bi vê yekê kir, ku dengên AK Partiyê û Tifaqa Cumhur li bajarên Bakurê Kurdistanê zêde bûne û got: “Ez spasiya birayên xwe yên Kurd dikim.”

 

Erdogan herwiha tekez kir: “Encamên li başûrê rojhilat derseke pir giring da ewên ku dixwestin dest bi ser îradeya birayên me yên Kurd de bigirin.”

 

Serokomarê Tirkiyê herwiha cardin gefa destpêkirina operasyoneke serbazî bo ser herêma Minbicê û herêmên li rojhilatê Firatê, ku di bin kontrola Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û Yekîneyên Parastina Gel (YPG) de ne, kir û got: “Niha armanca me paqijkirina Minbic û rojhilatê Firatê û parastina ewlehiya Sûriyê û vegerandina Sûriyên li welatê me bo cihê xwe ye.”

 

Erdogan herwiha destnîşan kir, ew weke AK Partî û Tifaqa Cumhur, eger li cihekê li ser encamên hilbijartinên îtîraza wan hebe, ew dê îtîrazên xwe pêşkêşî Saziya Hilbijartinên Tirkiyê (YSK) bikin.

 

Di beşeke din a axavtina xwe de, Erdogan da xuyakirin ku encamên fermî û dawî dê ji aliyê YSKê ve bêne ragihandin û ew li benda ragihandina encaman dimînin.

 

00:45 a.m 


Li Tirkiyê her partiyê çend parêzgeh bi dest xistin?


Vekirina sindoqan û hejmartina dengan li binkeyeke dengdanê li bajarê Amedê, 31ê Adara 2019. Wêne: Ilyas Akengin / AFP


 

Li gor encamên nefermî yên hilbijartinên herêmî yên Tirkiyê, heta niha AK Partî, CHP û HDPê şaredariyên piraniya parêzgehan bi dest xistine.

 

Li gor encamên nefermî heta niha dengên di %91.15ê sindoqan de hatine cudakirin û AK Partiyê %44.95ê dengan, CHPê %30.25ê dengan, IYI Partî %7.39ê dengan, MHPê %6.80ê dengan û HDPê %4.01ê dengan bi dest xistine.

 

Herwiha li gor encamên nefermî, %6.60ê dengan jî ji bo aliyên din û namzedên serbixwe çûne.

 

Bi van encaman, AK Partiyê li seranserê Tirkiyê li 24 parêzgehan biserketiye û 778 şaredarî bi dest xistine. Herwiha CHPê li 20 parêzgeh biserketiye û 242 şaredarî qezenc kiriye û MHP li 12 parêzgehan biserketiye û 236 şaredarî bidest bixstiye.

 

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) jî li 7 parêzgehan qezenc kiriye û bi giştî 68 şaredarî bi dest xistiye, herwiha IYI Partî ya bi serokatiya Merak Akşener jî bi giştî 22 şaredarî bi dest xistiye.

 

Her li gor van encamên ku hatine ragihandin, Partiya Komonîst a Tirkiyê (TKP) parêzgeha Dêrsimê qezenc kiriye û namzedekî serbixwe jî li parêzgeha Kirklarelî  biserketiye.

 

Lê belê Saziya Hilbijartinan a Tirkiyê hêj ti amareke fermî belav nekiriye.

 

01-04-2019


::::::::::::::::::::::::::::::::::

 

11: 40 p.m

 

AK Partiyê şaredariya Enqerê ji dest da


Alîgirên CHPê li Enqerê piştî aşkerebûna encamên nefermî yên Enqerê dest bi ahenga serkevtinê kirin, 31ê Adara 2019. Wêne: Adem Altan / AFP

 

Partiya Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, AK Partiyê di hilbijartinên îro yên herêmî de, piştî 16 salan li Enqerê şikest xwar.

 

Li gor encamên nefermî, berbijêrê opozisyonê yê ji Tifaqa Millet a navbera CHPê û IYI Partiyê, Mansur Yavaş zêdetirî %50ê dengan bi dest xistiye û Serokatiya Şaredariya Bajarê Mezin a Enqerê qezenc kiriye.

 

Tevî vê yekê, lê belê bi giştî li seranserê Tirkiyê, AK Partiyê piraniya şaredariyan bi dest xistiye. Li gor encaman, AK Partiyê li 40 parêzgehan biserketiye û bi giştî 778 şaredarî bi dest xistiye.

 

 

11: 20 p.m


Yildirim: Em li Stenbolê biserketin


Berbijêrê AK Partî û Tifaqa Cumhur ji bo Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê. Wêne: AA

 

Berbijarê AK Partiyê yê jibo Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê, Binalî Yildirim di daxuyaniyeke kurt a rojnamevanî de ragihand, ku ew li Stenbolê biserketine.

 

Yildirim bi gotina, “ez gellek spasiya xelkê Stenbolê dikim, ji ber vê desthilata dane me” spasiya xwe anî ziman û got, ew dê bajarê Stenbolê ji bo 15 milyon kesên ku têde dijîn, bikin bajarekî cihê jiyaneke bextewer û aram.

 

10:55 p.m


Pervin Buldan: Siyaseta qeyûman hat şikandin

                                               

Hevseroka HDPê Pervin Buldan li Amedê encamên hilbijartinên şaredariyan nirxandin û got:“Li her derî jibo ku HDP bisernekeve gellek pirsgirêk derxistin. Me hemû astengî derbas kirin û em biserketin. Siyaseta qeyûman têkçûye.”

 

Piştî aşkerebûna encamên nefermî yên hilbijartinên herêmî, li Amedê gellek alîgirên HDPê li pêşiya avahiya Navenda HDPê kom bûn û dest bi ahengê kirin.

 

Hevseroka HDPê Pervin Buldan beşdarî vê ahengê bû û encamên nefermî yên hilbijartinan nirxand û daxuyaniyek da.

 

Buldan silav li girtiyên HDPê yên li zîndanan û dis erî de jî Gulten Kişanak û Selahattin Demirtaş kir û got, ku bi van encaman derket ku siyaseta qeyûman hat şikandin.

 

10:30 p.m


Erdogan: Birayên me yên Kurd îradeya xwe radest nekirin


 

Serokomarê Tirkiyê û Seorkê Giştî yê AK Partiyê li Stenbolê di daxuyaniyeke rojnamevanî de ragihand, ew weke AK Partî û Tifa Cumhur di hilbiajrtinên herêmî de serkevtine.

 

Recep Tayyip Erdogan ragihand, weke AK Partî, her weke hilbijartinên ji 3ê Mijdara 2002an û şûnde ew hertim bûne partiya yekem û di hilbijartinên vê carê yên şaredariyan de jî biserkevtine.

 

Erdogan amaje bi wê yekê kir ku wan hin şaredarî ji dest dane û got: “Helbet AK Partî û Tifaqa Cumhur hin şaredarî ji dest dane. Her serkevtin û binketin biryara milletê me ye. Ev yek jî pêwîstiyeke demokrasiyê ye. Tişteke ku divê were qebûlkirin.”

 

Erdogan herwiha behsa zêdekirina dengê AK Partiyê li bajarên Bakurê Kurdistanê jî kir û tekez kir: “Van encaman derxist holê, ku birayên me yên Kurd îradeya xwe ne teslîmî rêxistina terorê û ne jî yên li pişt rêxistinên terorê ne, nekirin.”

 

9:40 p.m


Li Sêrtê berbijêra HDPê li pêş e




Li gor encamên ne fermî yên ajansa fermî ya dewleta Tirkiyê, AAyê li Sêrtê Berbijêra HDPê Berîvan Helen Işik li pêş e.

 

Li gor daneyên destpêkê yên AAyê li Sêrtê ji sedî 98 a dengan hatine hejmartin û Berbijêrê erbijêra HDPê Berîvan Helen Işik bi rêjeya ji sedî 48.73, 32 hezar û 660 deng bidest xistiye.

 

Herwiha li gor amarên AAyê Berbijêrê AK Partiyê Alî Îlbaş di rêza duyemîn de ye û 31 hezar û 159 deng bi rêjeya ji sedî 46.50 wergirtiye.


9:30 p.m


Şaredariyên mezin gihîştin kîjan partiyan?




Li gor encamên nefermî yên hilbijartinên herêmî yên Tirkiyê, heta niha AK Partî, CHP û HDPê piraniya Serokatiya Şaredariyên Bajarên Mezin bi dest xistine.

 

Ajansa fermî ya dewleta Tirkiyê, Anadolu Agency (AA) ragihandiye ku heta niha li seranserê Tirkiyê %52.67 sindoqan hatine vekirin û dengên têde hatine hejmartin û cudakirin.

 

Li gor encamên nefermî, heta niha AK Partiyê şaredariyên 16 bajarên mezin, CHPê şaredariya 10 bajarên mezin û HDPê 3 bajarên mezin bi dest xistine. Herwiha MHP jî şaredariyeke mezin bi dest xistiye.

 

Şaredariyên Bajarên Mezin ên ku partiyan bi dest xistine bi vî awayî ne:

 

AK Partî: Stenbol, Bursa, Riha, Dîlok, Balikesîr, Denîzlî, Konya, Samsun, Qeyserî, Sêwas, Trabzon, Ordu, Erzerom, Meletî, Mereş, Sakariya

 

CHP: Enqere, Îzmîr, Tekîrdag, Aydin, Mugla, Antalya, Mersin, Edene, Çanakkale, Eskişehir,

 

HDP: Amed, Wan, Mêrdîn

 

MHP: Manîsa

 

9:05 p.m


Li Şirnexê berbijêrê AK Partiyê li pêş e




Li gor encamên ne fermî yên ajansa fermî ya dewleta Tirkiyê, AAyê li Şirnexê Berbijêrê AK Partiyê Mehmet Yarka li pêş e.


Li gor daneyên destpêkê yên AAyê li Şirnexê ji sedî 90 a dengan hatine hejmartin û Berbijêrê AK Partiyê Mehemt Yarka ji sedî 62.06 a dengan bidest xistiye.


Herwiha li gor amarên AAyê Berbijêrê HDPê Hişar Oysal di rêza duyemîn de ye û wî ji sedî 34.66 a dengan wergirtiye.



8:35 p.m


Berbijêrê CHPê yê Stenbolê: Em li pêş in




Berbijêrê CHPê yê Stenbolê Ekrem Îmamoglu ragihand ku li gor encamên destpêkê yên hejmartina dengan, ew li pêş e.


Ekrem Îmamoglu diyar kir ku heta niha ji sedî 27.6 a dengan hatiye veqetandin û ew bi rêjeya ji sedî 53.2 li pêş e.


Îmamoglu herwiha anî ziman ku li gor encamên heta niha Berbijêrê AK Partiyê yê Şaredariya Bajêr Mezîn a Stenbolê Binalî Yildirim ji sedî 44.1 deng misoger kirine.



8:10 p.m


Li Mêrdînê Ahmet Turk li pêş e

 

Li gor encamên nefermî yên hilbijartinên herêmî yên Tirkiyê, li Mêrdînê namzedê HDPê Ahmet Turk li pêş hemû berbijêrên din e.

 

Li gor encamên nefermî yên ku ji aliyên Ajansa Anadoluyê (AA) hatine belavkirin, heta niha ji 1,837 sindoqên dengdanê, %32.17ê sindoq hatine vekirin û dengên li wan sindoqan hatine cudakirin.

 

Li gor dengên cudakirî, heta niha berbijêrê HDPê Ahmet Turk bi bidestxistina %47.43ê dengan li pêş e.

 

Herwiha namzedê AK Partiyê, Mehmet Vejdî Kahraman jî %45.87ê dengan bi dest xistiye û di rêza duyem de cih girtiye.

 

Herwiha li navçeyên Artuklu, Kerboran, Mîdyad, Stewr û Yeşili û Mehsertê berbijêrên AK Partiyê û li navçeyên Dêrik, Qoser, Şemrex û Nisêbînê jî berbijêrên HDPê li pêş in.

 

7:50 p.m


Li Igdirê namzedê HDPê li pêş e


Li gor encamên destpêkê yên hejmartina dengan, li bajarê Igdirê yê Bakurê Kurdistanê, namzedê HDPê Yaşar Akkuş li pêş e.

 

Li navenda bajarê Igdirê, bi giştî 170 sindoqên dengdanê hene û ji vê hejmarê 93 sindoq hatine vekirin û dengên wan hatine hejmartin.

 

Li gor dengên ku hatine cudakirin û hejmartin, berbijêrê HDPê % 48.17 dengan bi dest xistiye û niha li pêş e.

 

Herwiha namezdê MHPê Îsa Yaşar Tezel jî % 47.82 dengan bi dest xistiye û di rêza duyem de cih girtiye.

 

7:25 p.m


Li Bedlîsê berbijêrê AK Partiyê li pêş e




Li Bêdlîsê li gor encamên nefermî Berbijêrê AK Partiyê Nesrullah Tanglay heta niha piraniya dengên cudakirî bi dest xistiye û li pêş berbijêrên aliyên din e.

 

Li gor encamên nefermî li Bedlîsê berbijêrê AK Partiyê Nesrullah Tanglay heta niha 9 hezar û 911 deng bi destxistine.

 

Herwiha berbijêrê HDPê Faruk Îşlek 7 hezar û 417 deng misoger kirine.


6:50 p.m


Li Dêrsimê berbijêrê Partiya Komûnist li pêş e




Li gor encamên destpêkê yên ne fermî li bajarê Dêrsim ji sedî 80 dengan hatine hejêmartin û Berbijêrê Partiya Komunîst a Tirkiyê Mehmet Fatih Maçoglu li pêş berbijêrên din e.

 

Peyamnerê Rûdawê yê Dêrsimê Alî Haydar ragihand ku li gor encamên ne fermî Mehmet Fatih Maçoglu ji sedî 80 dengên cudakirî ji sedî 32.82 bidest xistiye.

 

Alî Haydar herwiha da zanîn ku heta niha Berbijêra Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Nurşat Yeşil ji sedî 28.36, Berbijêrê CHPê Yusuf Kenan Aydin ji sedî 20.52 û Berbijêrê AK Partiyê Gokhan Arasan jî ji sedî 14.34 an dengan bidest xistine.

 

 

Ev nûçe herî dawî di saet 2:45 a.m roja 1ê Nîsana 2019ê de hate nûkirin.