Bav û kur bûn berbijêrên heman taxê

Navenda Nûçeyan – Li bajarê Bursa yê Tirkiyê, bav û kur ku bû demek ji hev xeyidîne, bûne berbijêrên mixtariya heman taxê.

 

Li taxa Heceler a navçeya Orhangazî ya Bursayê, Ali Sevinç ku mixtarê taxê ye, ji bo ku cardin bibe mixtar, xwe kire berbijêr.

 

Kurê wî Zafer Sevinç ku demeke dirêj e bi hev re naaxivin, xwe kire berbijêrê heman taxê.

 

Ali Sevinç û kurê wî Zafer Sevinç du meh in xebatên xwe yên hilbijartinan dimeşînin û vê sibê li taxê dengê xwe dan.

 

Ali Sevinç hêviya xwe anî ziman ku hilbijartin ji bo taxê bi xêr be û got: “7 berbijêrên me hene. Welatiyên me dê dengê xwe bi kar bînin. Ji wan berbijêran, ji dûr ve jî merivatiya me heye.”

 

Zafer Sevinç jî got: “Me xebatên xwe kir. Niha welatiyên me yên li taxê dê biryarê bidin. Ji bo taxa me bi xêr be.”