Erdogan: Bûyera Puturgeyê em xemgîn kirin

31-03-2019
RÛDAW
Erdogan li Stenbolê dengê xwe bikar anî.
Erdogan li Stenbolê dengê xwe bikar anî.
Nîşan Hilbijartinên Şaredariyan Stenbol Recep Tayyip Erdogan
A+ A-

Stenbol (Rûdawa) - Serokomarê Tirkiyê û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyip Erdogan li Stenbolê dengê xwe bikar anî.

 

Serokomar Erdogan û hevjîna wî Emîne Erdogan ji bo dengê xwe bikar bînin ji mala xwe ya li Kisikliyê ya li Uskurarê derketin û di saet 13.50yan de çûn Dibistana Navîn a Saffet Çebî.

 

Parêgarê Stenbolê Alî Yerlîkaya, Şaredarê Şaredariya Mezin a Stenbolê Mevlut Uysal, Şaredarê Uskudarê Hîlmî Turkmen, Serokê Bajêr ê Stenbolê yê AK Partiyê Bayram Şenocak û rayedarên din pêşwaziya Erdogan kirin.

 

Erdogan û hevjîna wî Emîne Erdogan çûn pola ku sindoqaê hejmara wê "3300" e, yek bi yek destê wezîfedaran girtin û silav dan wan.

 

Piştî kontrola nasnameyan, Erdogan û hevjîna wî dengên  xwe avêtin sindoqê.

 

Erdogan got: “Hilbijartinên xwecihî yek ji faktorên giring ên birêvebirinê ne, lewma piştrastim ku roja 1ê Nîsanê dê bibe piştevaniyeke bihêz û wuzeder ji bo desthilata hikûmeta navendî. Hêvîdar im ku bibe sedema xêrê û bi rêjeyeke zêde ya beşdarîkirinê, em sindoqan bigirin.”

 

Bûyera Puturgeya Meletiyê


Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan  piştî ku dengê xwe bikar anî daxuyanî da û got: "Ez dê heya derekê li Stenbolê hilbijartinê bişopînim. Ez dê li Stenbolê civîna çapemeniyê bikim û ji wir derbasî Enqerê bibim."

 

Erdogan derbarê bûyera li Puturgeya Meletiyê ya ku 2 kesên hatîn kuştin de got: “Bûyera Puturgeyê em xemgîn kirin. Divê bûyereke bi vî rengî nebûya.  Ez wê yekê rast nabînim ku vê bûyerê di navbera partiyan de bikin mijara nîqaş û darizandinê. Di rewşên wiha da bi taybetî gotinên ku ji devê meriv derdikevin, gelek girîng in."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst