Li Tirkiyê her partiyê çend parêzgeh bi dest xistine?

01-04-2019
RÛDAW
Nîşan Tirkiye Hilbijartinên Şaredariyan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li gor encamên nefermî yên hilbijartinên herêmî yên Tirkiyê, heta niha AK Partî û CHPê şaredariyên piraniya parêzgehan bi dest xistine.

 

Piştî ku di saet 17:00 de deriyên navendên dengdanê li seranserê Tirkiyê hatin girtin, proseya hejmartin û vavartina dengan yekser dest pê kir.

 

Ajansa fermî ya dewleta Tirkiyê, Anadolu Agency (AA) ragihandiye ku heta niha li seranserê Tirkiyê %91.15 sindoqan hatine vekirin û dengên têde hatine hejmartin û cudakirin. Lê belê heta niha Saziya Hilbijartinan a Tirkiyê ti amareke fermî belav nekiriye.

 

Li gor van encamên nefermî, AK Partiyê %44.95ê dengan, CHPê %30.25ê dengan, IYI Partî %7.39ê dengan, MHPê %6.80ê dengan û HDPê %4.01ê dengan bi dest xistine.

 

Herwiha li gor encamên nefermî, %6.60ê dengan jî ji bo aliyên din û namzedên serbixwe çûne.

 

Bi van encaman, AK Partiyê li seranserê Tirkiyê li 40 parêzgehan serketiye û 778 şaredarî bi dest xistine.

 

Herwiha CHPê li 20 parêzgeh biserketiye û 242 şaredarî qezenc kiriye û MHP li 12 parêzgehan biserketiye û 236 şaredarî bidest bixstiye.

 

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) jî li 7 parêzgehan qezenc kiriye û bi giştî 68 şaredarî bi dest xistiye.

 

IYI Partî ya bi serokatiya Merak Akşener jî bi giştî 22 şaredarî bi dest xistiye.

 

Her li gor van encamên ku hatine ragihandin, Partiya Komonîst a Tirkiyê (TKP) parêzgeha Dêrsimê qezenc kiriye û namzedekî serbixwe jî li parêzgeha Kirklarelî  biserketiye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst