Li Stenbolê govend hate qedexekirin

Stenbol (Rûdaw) – Li navçeya Adalar a Stebolê, rêveberê polîsan li qada Buyukadayê ji HDPyiyan re got, ku govend û dîlan hatiye qedexekirin.  

 

Li qada Buyukada ya navçeya Adalarê partiyên HDP, CHP û AKPê ji bo giştpirsiyê stand vekirin û dest bi bangaşeyê kirin.  

 

Hate zanîn, ku li ber standa HDPê çend koman govend gêrandine û li ser vê yekê Rêveberê Ewlekariya Adalarê hişyarî daye van koman û gotiye; “Dîlan qedexe ye, hûn bi guvendê propagandaya rêxistina terorîstî dikin.”

 

Derbarê mijarê de Hevserokê HDPê yê Adalarê Cevdet Çiftçioglu ev agahî piştrast kir û ji Rûdawê re ragihand, ku ew dê govenda xwe berdewam bikin.  

 

Çiftçi da zanîn, ku Rêveberê Ewlekariyê bi xwe hatiye ev biryar ragihandiye lê wan jî gotiye “here biryarê bi nivîskî bîne.”

 

Ji aliyê xwe ve Rêveberê Ewlekariyê jî ev agahî red kir.