Devlet Bahçelî ji hilbijartinan û hikûmeta AKPê neraziye

31-03-2014
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw)- Serokê Partiya Tevgera Netewperest a Tikriyê (MHP), Devlet Bahçeli, nerazîbûna xwe li himber encamln hilbijartinên herêmî li Tikriyê anî ziman û rexneyên tund jî arasteyî Serokwezîrê Tikriyê, Receb Teyib erdogan, kirin.

 

Derbarê encamên hilbijartinên herêmî li Tirkiyê, Devlet Bahçeli konfransekî rojnamevanî lidraxist û got: “30 Adara ber bi ku ve diçe bila biçe. Encamên siyasî çi nîşan didin bila bidin. Het niha jî kesek li ser desthilatê jî kesekî bê wijdan ku di nav rewşwet û bê têtiyê de xenqiye heye.”

 

Herwiha Bahçeli ragihand ku ev hilbijartin gelek dijwar bûn û wiha berdewam kir: “Di prpegndaya hilbijartinan de, hemû pîvanên rewiştî, wijdaî û nirxên din hatin binpêkirin.”

 

Serokê CHPê rexneyên xwe li ser AKPê beredewam kirin û got: “Hikûmeta AKPê bo veşartina rastiyan bi bêy tirs hemû karînên hikûmetê bikar anîn û çavkaniyên gel bikêfa xwe bo berjewendiyên xwe yên siyasî bikar anîn.”

 

Ji aliyek din ve Devlet Bahçeli behsa dengên MHPê yên hilbijartinan kir û got: “Em rêza bijardeya gel digirin, û ew peyama ku îradeya gel da emê bi hestiyarî berçav bigirin û binirxînin.”

 

Di dawiyê de jî navhatî got: “Bi berçavgiritna qonaxê û tengasiyên siyasî û kêm bûna karînan, MHPê serkftin qezenc kiriye.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst