Hewlêr (Rûdaw) - Li peravên navçeya Çeşmeyê ya Îzmîrê 38 koçberên neyasayî di qeyikeke lastîkî de hatin desteserkirin.
Li gorî daxuyaniya ku li ser malpera Fermandariya Ewlehiya Peravan hatiye belavkirin, agahî hatiye ku li peravên Çeşmeyê komeke koçberên neyasayî di qeyikeke lastîkî de ne.
Piştî vê agahiyê tîmên Ewlehiya Peravan çûne herêmê.
Di qeyika lastîkî ya ku ji aliyê tîmên ewlehiyê ve hat rawestandin de 38 koçberên neyasayî hatin desteserkirin ku 22 ji wan zarok in.
Piştî temamkirina karên wan, koçberên neyasayî şandin Midûriyeta Îdareya Koçberiyê ya Îzmîrê.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse