Îmamoglu li dadgehê îfade da û banga hilbijartina pêşwext kir

31-01-2025
Omer Sonmez
Nîşan Ekrem Îmamoglu Îfade Hilbijartina Pêşwext Bang
A+ A-

Stenbol (Rûdaw) – Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Ekrem Îmamoglu li Dadgeha Çaglayanê ji ber du lêpirsînan îfade da û pişt re jî ji bo hilbijartina pêşwext bang kir.

Îmamoglu di nava namzedên CHPyê de wekî “namzedê herî bihêz” tê dîtin.

Loma jî lêpirsîn û dozên li ser wî ji aliyê CHP û hezkiriyên wî ve wekî midaxeleya siyasî ya desthilatê tên nirxandin.

Ekrem Îmamoglu li Dadgeha Çaglayanê îfadeyeke nivîskî da û piştî îfadeyê careke din banga hilbijartina pêşwext kir.

Li ser Îmamoglu di nava 8 rojan de bi hinceta armancgirtina serdozgerê komarê Akin Gurlek û eşkerekirina navê pisporê lêpirsînê S.A du lêpirsinên cuda hatibûn vekirin.

Bi hezaran endam û rêvebirên CHPyê, partiyên siyasî yên mixalefetê û welatî li ber Dadgeha Çaglayanê kom bûn û wan piştgirî da Îmamoglu.

Polîsan bi gaza rondikrêj midaxeleyî xelkê kir.

“Em dibêjin êdî bes e”

Fîlîza ku li Stenbolê birêvebira Baskên Jinan a CHPyê ye ji Rûdawê re got:

“Ez birêvebira Baskê Jinan a CHPyê me. Ji bo îradeya miletê me û ji bo ku neheqî û bêyasayîtî ji holê rabin em li vir in.

Em dibêjin êdî bes e, hewceyî bi tiştekî din nîne.”

“Ez ji DEM Partiyê me”

Behçet jî got, “Ez ne CHPyî me, ez ji DEM Partiyê me lê ji bo piştgiriyê bidim Îmamoglu ez hatim vir. Îmamoglu kesekî camêr e, durist e.”

“Gel dê bersiva desthilatê bide”

Mukadderê biland, “Gel dê bersiva desthilatê bide, dê bersiveke pir baş bide.

Hûn dibînin xelk çawa tê, hîn jî tên. Ji her aliyê Stenbolê mirov ji bo piştigiriyê bidin tên vir.”

Li derdora dadgehê tevdîrên berfireh ên ewlehiyê hatin wergirtin.

Polîsan destûr neda otobusa Îmamoglu bikeve qada dadgehê û bi gaza rondikrêj midaxeleyî xelkê kir.

Îmamoglu piştî ku îfadeya xwe da li ser otobusê xîtabî piştgir û hezkirên xwe kir.

Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Enqereyê Mansur Yavaş jî ji bo piştgiriyê li wir bû.

Îmamoglu careke din banga hilbijartina pêşwext kir û xwe lê berda:

“Hûn dizanin em dê çawa ji vê yekê xilas bibin? Sindoq, sindoq! Sindoq dê were! Ev hikûmet dê here, xwişk û birayên min, ev yek ew qasî zelal e!”

Partiya mixalefetê ya sereke (CHP) dê di nava 3 mehan de namzedê xwe yê serokkomariyê diyar bike.

Îmamoglu di nava namzedên partiya xwe de wekî “namzedê herî bihêz” tê dîtin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst