Hewlêr (Rûdaw) - Endama Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê Pervîn Buldanê Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven û siyasetmedarên din ên jin ên di Girtîgeha Sincanê de ziyaret kirin.
DEM Partiyê li ser ziyareta Pervînê Buldanê daxuyaniyeke nivîskî belav kir.
Pervîn Buldanê di ziyaretê de derbarê hevdîtina dawî ya bi Abdullah Ocalan re agahî dan Leyla Guvenê û siyasetmedaran.
Hat zanîn ku di hevdîtinê de pêvajo hatiye nirxandin û pêşniyazên siyasetmedarên jin ên girtî hatine wergirtin.
Li gorî daxuyaniyê, Leyla Guvenê ragihandiye ku hemû siyasetmedarên jin ên di Sincanê girtî ne piştgiriyê didin perspektîva çareseriyê ya ku dê Ocalan pêşkêş bike û dê xwedî li îradeya çareseriyê derkevin.
Hevseroka KCDyê her wiha silav ji raya giştî re şandin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse