‘Putin dê 12ê Sibatê biçe Tirkiyeyê’

Hewlêr (Rûdaw) – Li gorî nûçeya Reutersê, Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan dê 14ê Sibatê here Misirê.

Herwiha hat gotin ku Serokê Rûsyayê Vladimir Putin jî dê 12ê Sibatê biçe Tirkiyeyê.

Li gorî nûçeyan a Reutersê ku dispêre rayedarekî Tirk, Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan, 14ê Sibatê diçe Misirê.

Erdogan û Serokkomarê Misirê Ebdulfetah El Sîsî di merasima vekirina Kûpaya Cîhanê ya 2022yan de li Dohaya oaytexta Qeterê civiyabûn û bi destên hev girtibûnn.

Pêwendiyên xirab ên di navbera her du welatan de bi vê yeke dest pê kiribûn.

Herwiha li Enqere û Qahîreyê balyoz haibûn tayînkirin.

Li gorî nûçeya Reutersê ku dispêre rayedarekî Tirkiyêyê, Serokê Rûsyayê Vladimir Putin dê 12ê Sibatê here serdana Tirkiyeyê.