Li Kocaelî 2 karker di kargeheke kîmyayê de mirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Dilovasi ser bi bajarê Kocaelî yê Tirkiyê di kargehekê de ji ber gaza bijehr 2 karkeran canê xwe ji dest dan.

Li gor agahiyan di kargeheke kîmyayê de ya li Taxa Çarkeşlî ya wî bajarî 2 kesên ku ji ser hişê xwe çûbûn hatine dîtin.

Li ser agahdarkirinê tîmên tendirustî, cendirme û AFADê bo cihê bûyerê hatine şandin. Herdu kesên ku tê gotin gaza bijehr bandor li wan kiriye bo nexweşxaneyê hatine veguhestin lê tevî hewldanan herduyan canê xwe ji dest dane.

Cendirme û tîmên AFADê li cihê bûyerê dest bi lêkolînê kirin û hatiye ragihandin ku derbarê bûyerê de lêpirsîn hatiye destpêkirin.