Bi hinceta Cemaeta Gulen biryara desteserkirina 35 kesan hat dayîn

Hewlêr (Rûdaw) - Serdozgeriya Komarê ya Enqere derbarê 35 kesan de bi hinceta endamtiya Cemaeta Gulen û dizîna pirsên ezmûnan biryara desteserkirinê da.

Li gor daxuyaniya Serdozgeriyê, Navenda Lêpirsînê ya Tawanên Terorê lêpirsînek derbarê wan kesên ku tê îdiakirin endamên Cemaeta Gulen in û di salên 2011-2013ê de pirsên ezmûnên KPDS, ALES, YDS û UDSê dizîne û li alîgirên wê cemaetê belav kirine lêpirsîn daye destpêkirin.

Serdozgeriyê ragihandiye ku ji zanîngehên cuda akademîsyen jî di nav de bi vê tohmetê derbarê 35 kesan de biryara desteserkirinê hatiye dayîn.

Bi fermana Serdozgeriyê îro Sêşemê 31ê Çileya 2023ê Rêveberiya Ewlekariya Bajêr bo desteserkirina wan kesan, navend Enqere li 32 bajaran oparasyon dan destpêkirin. Li gor agahiyan kesên ku bên desteserkirin dê bo Enqerê werin veguhestin.