Li Îzmîrê çi xebat li ser çand û zimanê Kurdî hene?

31-01-2022
Omer Sonmez
Wêne: Rûdaw
Wêne: Rûdaw
Nîşan Îzmîr Zimanê Kurdî Weşanxaneyên Kurdî KED-DER Weşanxaneya Na Mehmûd Alpşen Berfo Barî
A+ A-

Îzmîr (Rûdaw) - Li bajarê Îzmîrê ku li Herêma Egeyê ya Tirkiyeyê ye ji milyonek zêdetir Kurd dijîn. Piraniya Kurdên Bakurê Kurdistanê ku ji salên 1970yan û vir ve berê xwe dane Îzmîrê li navçeyên wek Konak, Buca, Bayrakli, Karabaglar û taxên wek Kadifekale û Çimentepe niştecih in. Kurdên li Îzmîrê ji bo xebatên ser çand, ziman û siyasetê bi dehan komele, sazî, weqf û rêxistin ava kirine.

Tîma Rûdawê li semta Kemeraltiyê berê xwe didin tekane weşanxaneya Kurdî ya li Îzmîr û herêma Egeyê. Ev der weşanxaneya NA'yê ye, ku ji sala 2012an û vir ve pirtûkên bi Kurdî çap dike û ji bo xwendekar û xwînerên Kurd bûye navendekî kulturî û rewşenbîrî. Weşanxaneya NA'yê heta niha 230 pirtûk çap kirine ku piraniya wan bi Kurdî ne. Her wiha weşanxane amadehî dike ku di demekê nêz de kovarekê nû ya felsefeyê bi navê "Kovara Philosophia" bi periyodîk biweşîne.

Xwediyê weşanxaneya NA'yê Berfo Barî dibêje "Ji bilî weşanxane û cafeyê ev der wek navenda çand û hunerê jî kar dike. Xebatên curbicur yên çand û hunerê li vê derê tên kirin. Bi taybetî jî xwendevan û Kurdên li Îzmîrê tên vê derê  û beşdarê wan çalakiyan dibin. Li vê derê atolyeyên ziman, edebiyata Kurdî, her wiha panel û bernameyên li ser çand û zimanê Kurdî tên kirin. Em carinan gazî nivîskarên Kurd dikin û li vê derê bi wan re gotûbêj û rojên îmzeyê çêdikin."

Ev der jî "Komeleya Lêkolînên Çand, Wêje, Ziman û Dîroka Kurdan" KED-DER e. Komeleya ku bi Ala Rengîn û bi tablo û wêneyên serok û rêberên Kurdan hatiye xemilandin, ji Sibata 2018an û vir ve ev 4 sal in li ser çand û zimanê Kurdî kar û xebatan dike. Komele ji aliyê komekê dilsoz ve tê birêvebirin. Di bin banê komeleyê de hefteyê rojek kursên fêrbûna Kurmancî û Zazakî tê dayîn.

Serokê Komeleya KED-DERê Mehmûd Alpşen got "Komeleya me li ser ziman, dîrok, çand û folklora me lêkolînan dike. Ji zanîngeh û ji gelê me xelk û xwendekar tên vê derê û beşdarê xebatên me dibin. Ev der mala Kurdan e. Li aliyê din niha kursên me yên Kurmancî û Zazakî jî hene. Herwiha niha li ber destên me projeyeke taybet heye. Ew jî ev e, em ê li ser Kurdên Îzmîrê xebateke pêk bînin. Di xebatê de em ê li ser van mijaran rawestin; Kurdên Izmirê kengê hatine vir, ji ku hatine, hejmara wan û li ser çawaniya rewşa wan a sosyo ekonomîk."

Wek metropolên din ên Tirkiyê li Îzmîrê jî sistema perwerdeyî û serdestiya zimanê Tirkî ji bo zarok û nifşên nû yên Kurdan dibe sedema asîmîlebûn û dûrbûna ji ziman, çand û hebûna xwe. Her çiqas piraniya malbatên Kurd li nav mal û li nav bazarê hewl bidin Kurdî biaxivin jî bê statutiya zimanê Kurdî û nebûna perwerdeya bi Kurdî dibe sedema qutbûna têkiliyên nifşên berê û nifşên nû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst