Mîthat Sancar li ser Doza Kobanî: Doza jinavbirin û tolhildanê ye

Hewlêr (Rûdaw) - Li Sincana Enqerê îro nehemîn rûniştina Doza Kobanî birêve diçe û Hevserokê HDPê Mîthat Sancar jî dibêje, “Ev doza jinavbirina HDPê û tolhildanê ye. Hedef ne tenê HDP, lê lêgerîna dadperweriyê, têkoşîna demokrasiyê û daxwaza bo aştiyê ye.”

Li Dadgeha Cezayê Giran ya Sincanê ya li Enqera paytexa Tirkiyê, îro, 9mîn rûniştina Dosya Bûyerên Kobaniyê birêve diçe.

`Nimûneya bêhiqûqiyê`

Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mîthat Sancar berî destpêkirina nehemîn rûniştina Doza Kobaniyê, li ber kampusa Girtîgeha Sincanê derbarê wê dozê de axivî.

Hevserokê HDPê, rûniştinên Doza Kobaniyê wek `nimûniyeke bêhiqûqî û nadadperweriyê` binav kir ku bi gotina wî li dîroka cîhanê zêde bûye.

`Doza jinavbirina HDPê`

Sancar amaje bi helwesta heyeta dadgehê û daxuyaniyên hevpeymanên desthilatê kir ku bi gotina wî, ev helwest û daxuyanî armanca dozê nîşan didin û tekez kir:

  • “Ev dozeke jinavbirina HDPê û tolhildanê ye. Hedef ne tenê HDP, lê lêgerîna dadperweriyê, têkoşîna demokrasiyê û daxwaza aştiyê ye.
  • Ev dozeke wek labaratuvarê ye ku bernameyên li dijî dadperwerî, demokrasî û aştiyê tê de tên birêvebirin.
  • Em her tim dibêjin; `nedadperwerî li vir sînordar nabin, bêhiqûqiya li cihekî bi wî cihî sînordar namîne`, dîroka cîhanê vê yekê dibêje û azmûnên li Tirkiyê vê yekê nîşan didin."

`Dadgehkirineke di mercên dermirovî de`

Hevserokê HDPê tekez kir ku nedadperweriya li cihekî belavî her devera welat dibe û got:

  • “Tiştên ku di doza kumpasê ya Kobaniyê de heta niha hatine kirin, ne tenê wateya nasnekirina hiqûqê dide, lê di heman demê de ji bo mirovahiyê jî bûye azarek.
  • Rêkxistina bernameya dema rûniştinan jî bi serê xwe nîşan dide ka di kîjan şert û mercên dermirovî de dadgehkirinek birêve diçe.
  • Herî dawî dadgehê biryara du hefte navber da. Heyeta dadgehê jî guherî. Ev perîyod jî ji bo parêzer û hevalên me yên tên dadgehkirin, zehmetiyeke dermirovî çêdike.”

Rûniştina nehemîn berdewam e

Nehemîn rûniştina Doza Kobanî li Dadgeha Cezayê Giran ya Sincanê berdewam e û jibilî Hevserokê HDPê Mîthat Sancar, parlamenterên HDPê Dersim Dag, Filiz Kerestecioglu, Gulistan Kiliç Koçyigit, Tulay Hatimogulları, Oya Ersoy, Muazzez Orhan, Mahmut Togrul, Celadet Gaydalı, Mehmet Tiryaki, Kemal Bulbul, Abdullah Koç, Omer Ocalan, Erdal Aydemir, Ali Kenanoğlu, Huseyin Kaçmaz û hejmareke zêde ya parêzeran dişopînin.

Di doza bûyerên Kobaniyê de, Hevserokên Berê yên HDPê Selahedîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag û 108 endam û berpirsên HDP û Partiya Herêmên Demokratîk (HDP) tên dadgehkirin, ku 21 ji wan niha di zindanê de ne.