AK Partî karnameya xwe ya ji bo hilbijartinên xwecihî radgihîne

Hewlêr (Rûdaw) – AK Partî îro di merasîmekê de karnameya xwe ya ji bo hilbijartinên xwecihî radghîne. Cîgirê Serok û Berdevkê AK Partiyê Mahir Onal dibêje  ev karname ji bo bajar û bajarokên parêzgehên Tirkiyê ye.

 

Di çarçoveya amadekariyên aliyên siyasî bo hilbijartinên xwecehî yên Tirkiyê de ku biryar e 31ê Adara îsal de birêve biçe, Partiya Dad û Geşepêdanê (AK Partî) di merasîmekê de karnameya xwe bo hilbijartinan radigihîne.


Karnameya AK Partiyê geştgîr e û bo tevaya Tirkiye û Bakurê Kurdistanê dibe û berpirsên wê partiyê jî kampîna guhertineke mezin bo dema 5 salên bê dikin.


Cîgirê Serok û Berdevkê AK Partiyê Mahir Onal karnameyê zelal dike û dibêje ev karname ji bo bajar û bajarokên 81 parêzgehên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê ne.


Mahir Onal wiha got: “Karnameya AK Partiyê ji 11 madeyên giştgîr pêk tê. Serokomar û serokê partiya me naveroka wê radigihînin û hêlên giştî destnîşan dikin. Ev karname têgihtineke nû û hizreke hêja bo çawaniya xizmetkirin û mîkanîzma karkirina şaredariyan diyar dike. Karnameyê bi ruhê ezmûna sala 1994an dibe ku ji Stenbolê ve destpê kiriye û dema ku em gihiştin deshelatê berdewam e û ji felsefeya xizmetê pêk tê.”


Xalên sereke yên wê karnameya AK Partiyê bo hilbijartinên xwecehî ji pêşxistina pêwendiyê cîrantiyê, parastina jîngehê, damezirandina sîstema bajarê hişmend, girîngîdan bi aramiya bajaran, rakirina zibil û paqijkirina bajar û bajarokan û kêmkirina qerebalixiya bajaran pêk tê.