Hewlêr (Rûdaw) - Girtiya Kurd a siyasî Fahriye Ceylan piştî 32 salan ji girtîgehê hat berdan.
Girtiya Kurd Fahriye Ceylan sala 1992yan li parêgeha Amedê Bakurê Kurdistanê hatibû desteserkirin.
Dadgeha Ewlehiyê ya Dewletê ya Amedê bi hinceta “Xirakirina yekitî û yekparçeyiya dewletê” cezaya heta hetayê li Fahriye Ceylanê birîbû.
Fahriye Ceylan di 32 salên zindanîbûna xwe de li girtîgehên cûda yên wekî Amed, Êlih. Alanya û Edeneyê ma.
Ceylanê sala 2022yan li Girtîgeha Tîpa Lyê ya Alanyayê cezayê xwe temam kiribû.
Lê belê tehliyeya wê bi hincetên wekî “îfadeyên jidil nade”, “poşman nîne” û “li gorî qaîdeyan sporê nake” 6 caran hat taloqkirin/
Li gorî MAyê Fahriye Ceylan li ber girtîgehê ji aliyê malbat û nasên xwe û rêveberên TUAY-DER û MED TUHAD-FEDê ve hat pêşwazîkirin.
Fahriye Ceylan, ber bi bajarê xwe Amedê ve bi rê ket.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse