Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Qeyseriyê 2 zarokên bira ji ber gaza karbonmonoksîtê ya ji sobeyê derketî canê xwe ji dest da.
Li gorî agahiyan, mirovên malbata ku li Taxa Yenidoganê dijiya dema ku agahî ji wan wernegirt, çûn malê û wan dît ku dayîk û 4 zarok wê ji ber gaza karbonmonoksîtê ya ji sobeyê derketiye ji ser hişê xwe çûne.
Mirovên wan ew veguhastin Nexweşxaneya Dewletê ya Qeyseriyê.
Lê li nexweşxaneyê tevî hewldanên bijîşkan zarokê 14 salî Nurullah û birayê wî Bunyamînê 11 salî canê xwe ji dest dae
Dayîk û her du zarokên din li nexweşxaneyê tên dermankirin.
Tîmên tenduristiyê termê her du zarokan veguhastin beşa morgê ya nexweşxaneyê.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse