TUIK- Li Tirkiyeyê hejarî zêde bûye

Hewlêr (Rûdaw)- Saziya Amaran a Tirkiyeyê (TUIK) ragihand ku sala 2024ê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê hejarî 0,1 puan zêde bûye û gihiştiye ji sedî 13,6an.

 TUIKê amarên hejarî û şertên jiyanê yên sala 2024ê eşkere kirin.

Li gor amarên TUIKê sala 2024ê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê hejarî 0,1 puan zêde bûye û gihiştiye ji sedî 13,6an.

Li gorî sala borî ji bilî kirîna xanî û xerciyên xaniyan rêjeya deyndaran û teqsîdan 1,2 puan kêm bûye û daketiye ji sedî 56,8an.

Li gorî bilindbûna asta xwendinê rêjeya hejariyê dadikeve

Li gorî amarên TUIKê ji sedî 24,7ê welatiyên dibistanek temam nekirine hejar in,ji sedî 13,6ê kesên dibistanên seretayî û navîn temam kirine hejar in.

Her wiha ji sedî 7,4ê welatiyên dibistana amadeyî temam kirine hejar in û di nava kesên perwerdeya bilind temam kirine de rêjeya hejariyê tenê ji sedî 2,7 e.

Sala 2024ê ji sedî 29,3ê welatiyan di nav hejarî û rîska civakî de bûn.

Ji sedî 4,3ê welatiyan 4 salan li ser hev di nav hejariyê de jiyane.

Ji sedî 31,3ê welatiyan di nav xaniyên gelekî xirab de dijîn ku banê wan dilopan dikin, dîwarên wan rûtûbet digirin û pencereyên wan riziyane.

Her wiha ji sedî 30,2ê welatiyan bi pirsgirêkên germkirinê re rûbirû dibin û ji sedî 21,7ê welatiyan bi pirsgirêkên trafîkê, hewaya pîs a ji ber pîşesaziyê û jîngeha qirêj re rûbirû bûne.

Ji sedî 57,5ê welatiyan dibêjin nikarin biçin betlaneyeke hefteyekê ya li cihekî din.

Ji sedî 39,3 nikarin du rojan carekê goştê sor, mirîşk an masiyan bikirin û ji sedî 26,8 nikarin xerciyên neçaverêkirî bidin, ji sedî 15,1 nikarin xerciyên germkirina malê bidin û ji sedî 59,6ê welatiyan jî gotine nikarin mobîlyayên xwe yên kevin nû bikin.

Ji sedî 56,1ê welatiyan xwedî xanî ne

Li gorî amarên TUIKê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, ji sedî 56,1ê welatiyan xwedî xanî ne û ji sedî 28ê kirêdar in.

Ji sedî 15yê xelkê di xaniyekî de dimînin ku kirê nadin û ji sedî 0,9 jî di xaniyên saziyan (lojman) de rûdinên.