Hilbijartinên pêşwext dê kengî werin kirin?

Hewlêr (Rûdaw) - Alîkarê Serokê AK Partiyê Mustafa Elîtaş derbarê banga hilbijartina pêşwext a CHPyê de got: "Ne hilbijartina pêşwext lê hilbijartineke zûtir dibe."

Alîkarê Serokê AK Partiyê Mustafa Elîtaş bersiv da banga berdewam a hilbijartina pêşwext a Serokê CHPyê Ozgur Ozel.

Serokê CHPyê ya di hilbijartinên 31ê Adarê de bû partiya yekem berdewam banga hilbijartina pêşwext dike.

"Ne hilbijartina pêşwext lê hilbijartineke zûtir dibe"

Mustafa Elîtaş got, "Hilbijartin dê di wexta xwe de bêne kirin. Millet di 14-28ê Gulanê de ji bo 5 salan desthilata rêvebirina Tirkiyeyê da me.

Em dê vê desthilatê heta dawiyê bi kar bînin. Ne hilbijartina pêşwext lê hilbijartineke zûtir dibe.

Dibe ku dîroka hilbijartinê weke berî 14ê Gulanê bi hefteyekê bê diyarkirin."

Elîtaş diyar kir ku eger daxwaza CHPyê ya hilbijartina pêşwext heye, bila bi awayekî fermî pêşniyar bike lê heta niha ti pêşniyar nekirine.

"Pêwîstî bi 360 parlamenteran heye"

Elîtaş derbarê sêyemîn car berbijêriya Serokkomar Recep Tayyip Erdogan de jî wiha got:

"Ji bo ku serokkomar careke din bibe berbijêr divê Parlamentoya Tirkiyeyê biryara nûkirina hilbijartinan bide.

Li gorî xala destûrê eger di heyama duyemîn a serokkomar de Parlamento biryara nûkirina hilbijartinan bide careke din dikare bibe berbijêr. Ji bo vê yekê jî pêwîstî bi 360 parlamenteran heye."

Her wiha Elîtaş tekez kir ku ji bo hilbijartinên xwecihî û giştî mehên herî guncav çiriya pêşîn û çiriya paşîn in û dibe ku hilbijartinên 2028an di meha Mijdara 2027an de bêne kirin.