Meleyê serxweş hevalê xwe kuşt: ‘Ez ne poşman im!’

30-12-2023
RÛDAW
Nîşan Mele Alkol Serxweş Kuştin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li parêzgeha Çorumê ya Tirkiyeyê, meleyê ku hevalê xwe bi kêrê kuşt alkol vexwariye.

Mele piştî ku hat desteserkirin, di îfadeya xwe de got, “Ez ne poşman im!”

Bûyer roja sêşemê li navenda parêzgeha Çorumê ya Tirkiyeyê rû da.

Li gorî nûçeya T24ê, di navbera Muhammet K. û hevalê wî Adem O. de, ji ber sedemeke nediyar nîqaş derket.

Piştî demekê şer mezin bû û Muhammet K. hevalê xwe bi kêrê kuşt.

Li ser agahdarkirina cîranan, tîmên tenduristiyê û polîs çûn cihê bûyerê.

Muhammet K. li cihê bûyerê hat desteserkirin.

Hat zanîn ku testa alkolê ya Muhamet K. pozîtîf derketiye.

Meleyê gundekî Çorumê Muhamet K. di îfadeya xwe ya Serdozgeriya Komarê ya Çorumê de got, “Ez ne poşman im.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst