Betalkirina lîstika Fenerbahçe û Galatasarayê bû sedema karvedanan

30-12-2023
Ferdî Sak
Wêne: AA
Wêne: AA
Nîşan Fenerbahçe Galatasaray Erebistana Siûdî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Fînala Super Kupaya Tirkiyeyê diviyabû li Riyada paytexta Erebîstana Siûdiyê bihata lîstin.

Lêbelê ji ber ku lîstikvanên Fenerbahçe û Galatasarayê xwestin beriya pêşbirkê bi tîşortên ku wêneyê Ataturk lê serê ne rahênanê bikin, lîstik hat betalkirin.

Lîstîkvanan çend rojan rahênan kirin. Alîgirên herdû tîman cihên xwe li trûbûnan veqatandibûn.

Dihat plankirin her du tîmên sereke yên futbola Tirkiyeyê Galatasaray û Fenerbahçe demjimêr 20.45ê 29ê Kanûna Pêşîn li Stadyûma Al Awwal Parkê ya Riyadê bihatina hemberî hev.

Lê ew lîstik ji ber nakokiyan nehat kirin û hat betalkirin.

Alîgirekî Fenerbahçeyê got, “Ji ber ku li ser formayên me Ataturk hebû em wernegirtin stadyûmê û derxistin.”

Berpirsên Siûdiyê rê neda ku aligir bi tîşortên Ataturk bikevin stadyûmê

Alîgirên her du tîman berî lîstikê xwestin bi pankart û tîşortên damezrînerê komara Tirkiyeyê Mistefa Kemal Ataturk bikevin stadyûmê.

Herwiha wan xwest dirûşmên derbarê neteweperestiya Tirkiyeyê de bilind bikin. Lê berpirsên Siudiyê rê nedan wan.

Li ser vê yekê rêveberiyên her du tîman û Federasyona Futbolê ya Tirkiyeyê ragihandin ku ew ji ber vê helwesta Siûdiyan dernakevin lîstikê.

Alîgirên Galatasaray û Fenerbahçeyê yên ku ji bo temaşekirina lîstikê çûbûn Riyadê nerazîbûn nîşanî Siûdiyê dan.

Alîgirekî Galatasarayê wiha anî ziman “Em Komara Tirkiyê ne. Em dê sirûda netewî jî bixwînin û wêneyê Ataturk jî bilind bikin.

Bila wê demê lêstik qebûl nekiribana. Bila pereyên bilêtên me li me vegerînin. Ewqas mirov li vê derê şepirze bûn."

Alîgireke jin a Fenerbahçeyê got, “Biryar rezalet bû, em gelekî xemgîn in.”

Biryar li Tirkiyeyê bû sedema nerazîbûnan

Biryara Siudiyan li nav Tirkiyeyê çi mixalefet û çi jî desthilat ji siyasiyan heta hunermend, lîstikvan û di nav gelek aliyan de bû sedema karvedanan.

Li hinek cihan bi alayên Tirkiyeyê û posterên Ataturk xwepêşandan li dijî Siudiyê hatin kirin.

Hinek alîgiran jî bi çek, şûr û ala Tirkiyeyê li ser medyaya civakî gef li Siudiyê xwarin. 

Lê ji ber ku mijar Ataturk bû herî zêde jî zora Kemalîstan çû.

Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Enqerê ya CHPyê Mansur Yavaş dîmenek li ser hesabê xwe yê medyaya civakî belav kirin û got:

"Em wê kolana ku Balyozxaneya Siudiyê lê ye bi ala me û posterên Ataturk dixemlînin. Çi bextewar e yê ku bibêje ez Tirk im.”

Daxuyaniya organîzasyonê

Piştî karvedanan organîzatorê lîstikê Riyadh Season li ser hesabê xwe yê medyaya civakî got:

“Me lihev kiribû sirûda niştîmanî ya Tirkiyê bê xwendin û alên Tirkiyeyê li trîbûnan bên bilind kirin.

Tevî vê lihevkirinê pêbendnebûna her du tîman em xemgîn kirin û bû sedem ku lîstik neyê kirin.”

Balyozxaneya Siudiyê ya Enqerê jî daxuyaniyek hevawayê wê belav kir.

Piştî biryarê lîstikvanên Galatasaray û Fenerbahçeyê dernegê şeva borî bi dû balafirên cûda vegeriyan Stenbolê.

Li gorî daxuyaniya hevbeş a Fenerbahçe, Galatasaray û Federasyona Futbolê ya Tirkiyeyê ev lîstika ku di navbera Enqere û Riyadê de bû sedema krîzeke nû, ji bo demek din hatiye paşxistin lê nediyar e ka li heman cihî bê lîstin an jî li cihekî din.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst