Li 37 bajaran 189 gumanbarên DAIŞê hatin desteserkirin

30-12-2023
RÛDAW
Nîşan Bakurê Kurdistanê Tirkiye Alî Yerlîkaya DAIŞ
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê ragihand ku li 37 parêzgehên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di operasyonekê de 189 kes bi gumana DAIŞê hatine desteserkirin.

Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya derbarê operasyonê de li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyaniyek belav kir.

Alî Yerlîkaya ragihand ku hêzên ewlehiyê yên Tirkiyeyê bi hevahangiya Serokatiya Saziya Îstixbarata Tirikiyeyê û Serokatiya Şaxa Rûbirûbûna Terorê ya Rêveberiya Ewlehiya Giştî, li 37 parêzgehên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê dijî DAIŞê operasyoneke bi navê “Qehreman-38” daye destpêkirin.

Bi gotina Yerlîkaya hêzên ewlehiyê di çarçoveya operasyonê de li 37 parêzgehan bi awayekî hemwext bi ser gelek navnîşanan de girtine.

Di encama serdegirtina navnîşanan de bi giştî 189 kes bi gumana “endamtî û alîkariya DAIŞê” hatine desteserkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst