HAT NÛKIRIN - Li Aydinê teqîn: Mirî û birîndar hene
Hewlêr (Rûdaw) –Li navçeya Nazîllî ya Aydin a ku li rojavayê Tirkiyê dikeve di xwaringehekê de teqînek çêbû û herî kêm 7 kesan canê xwe ji dest dan.
Li navçeya Nazîllî ya ser bi bajarê Aydin yê Tirkiyê îro Înê 30ê Berfanbara 2022an di encama teqîna tupê gazê yê xwaringehekê de 7 kesan canê xwe ji dest dan û 1 jê giran 4 kes jî birîndar bûn.
Parêzgarê Aydinê Huseyîn Aksoy ragihand, îro Înê 30ê Berfanbara 2022an di demjimêr derdora 15.30an de li taxa Altintaş a girêdayî navçeya Nazîllî ya ser bi bajarê Aydinê yê Tirkiyê, di dema guhertina tûpê gazê yê xwaringehekê de teqînek çêbûye û di encamê de 7 kesan canê xwe ji dest dane û 4 kes jî birîndar bûne.
Parêzgarê Aydinê Huseyîn Aksoy ragihand tîmên tendirustî û hawarçûnê çûne cihê bûyerê û dest bi karûxebatên rizgarkirinê kirine.
Dîmenên destpêkê yên teqîna li navçeya Nazilli ya #Aydin ku herî kêm 7 kesan canê xwe ji dest dan û 1 jê giran 4 kes jî birîndar bûn pic.twitter.com/v4OUJ4BMAv
— RudawKurdi (@RudawKurdi) December 30, 2022