Serkirdeyê Nîjadperestên Tirk Sînan Ateş hat kuştin

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê berê yê Komeleya Nîjadperestên Tirk (Ulku Ocaklari) Sînan Ateş li Enqereyê di êrîşeke çekdarî de hat kuştin.

Di êrîşê de Sînan Ateş ji ber guleya li serê wî ket bi giranî û Selman Bozkurt jî ji milê xwe birîndar bûn.

Ateş ji aliyê tîmên tendirustiya lezgîn ve rakirin nexweşxaneyeke taybet a Enqereyê.

Alîkarê Serokê Giştî yê Partiya Demokrat Cemal Enginyurt li ser hesabê xwe yê Twîtterê ragihand ku Sînan Ateş miriye.

Polîsan ji bo girtina êrîşkarê reviyayî operasyon dan destpêkirin.