Hewlêr (Rûdaw) - Dadgeha Destûra Bingehîn ya Tirkiyê li ser daxwaza qutkirina alîkariya xezîneyê bo HDPê dê di 6ê Çileya 2023an de biryara xwe bide.
Li gor agahiyan li ser daxwaza Serdozgerê Komarê ya Dadgeha Bilind ya Tirkiyê Bekir Şahin ku gotibû divê alîkariya darayî bo HDPê bê qûtkirin dê roja Înê 6ê Çile 2023an biryarek bê dayîn.
Serdozgerê Komarê ya Dadgeha Bilind Bekir Şahin daxwaz kiribû ku hesabên HDPê yên alîkariya xezîneyê bên astengkirin û alîkariya darayî bê qutkirin.
Bekir Şahîn, îdia kiribû ku peywendiyên HDPê yên ligel PKKê berdewam in û HDP alîkariya xezîneyê ji bo armancên rêxistina terorê bi kar tîne. Ji ber vê yekê jî daxwaz kiribû ku hesabên wê yên alîkariya dewletê bên astengkirin.
Di rûniştina dozê de ya 10ê Çileya 2023an Serdozgerê Komarê ya Dadgeha Bilind Bekir Şahin dê bi devkî parastina îdianameya girtina HDPê bike û rêveberên HDPê jî li hember îdianemeyê bi devkî parastinê bikin.Piştî parastina her du aliyan dê raportorê dadgehê belgeyan kom bike û biryara xwe ya derbarê esasê dozê de eşkere bike.
HDP sêyemîn fraksiyona herî mezin e li Parlamentoya Tirkiyê ye û di hilbijartina dawî ya parlamentoyê de ku sala 2018an hat kirin, ji sedî 11.7ê dengan bidest xistin û ji 600 kursiyên parlamentoyê 67 kursî bidest xistin. Di vê gera parlamentoyê de mafê parlamenteriyê ji sê parlamenterên HDPê hatiye standin û hinek parlamenter jî ji fraksiyonê derketine. Li Parlamentoya Tirkiyê niha 56 kursiyên HDPê hene. Lê niha bi îdiaya “peywendiyên wê ligel PKKê hene” derbarê wê de doza girtinê hatiye vekirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse