Li Edene û Mêrsînê bo desteserkirina 21 kesan operasyon hat destpêkirin

30-12-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgehên Edene û Mersinê yên Tirkiyê, îro 30ê Kanûna 2022ê ji bo desteserkirina 21 endamên DAIŞê operasyonek hat lidarxistin.

Li gor medyaya fermî ya Tirkiyê, li Edenê îro serê sibê tîmên Şaxa Terorê ya Rêveberiya Ewlekariya Edenê, bi hinceta ku pêştir di nav DAIŞê de çalakî kirine, ji bo desteserkirina 10 kesan operasyonek dest pê kirin.

Di operasyonê de hêzên ewlekariyê bi ser 10 malan de girtin û 10 kes hatin desteserkirin.

Kesên desteserkirî ji bo wergirtina îfadeyên wan, bo Rêveberiya Ewlekariya Edenê hatine veguhastin.

Li Mêrsînê jî îro bi hinceta endamtiya DAIŞê ji bo desteserkirina 11 kesan operasonek hat destpêkirin.

Di operasyonê de 250 polîs beşdar in û dron jî têde hat bikaranîn, polîs deriyên hejmarek malan şikandin û çûne nav malan, lê hêj agahiyên zelal derbarê hejmara kesên desteserkirî de nehatine belavkirin.

Operasyona hêzên ewlekariyê yên Tirkiyê li bajarê Mêrsînê hêj jî berdewam dike.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst