MetroPOLL: %52ê dengderên Tirkiyê ji Erdogan nerazî ne

30-12-2022
RÛDAW
Nîşan Rapirsî MetroPOLL Tirkiye Nerazîbûn Recep Tayyîp Erdogan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li gor encamên rapirsiya dawî ya Kompanya MetroPollê ku mehane li Tirkiyê rapirsiyê dike, ji sedî 52ê dengderan ji Serokkomarê Tirkiyê û Serokê Giştî yê AKPê Recep Tayyip Erdogan nerazî ne.

Rapirsiya MetroPollê ya bi navê "Nebza Tirkiyê-Kanûn" li 28 parêzgehên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di rojên 13-18ê Kanûna 2022ê de bi beşdariya 2077 kesan hatiye kirin.

Di rapirsiyê de hatiye pirsîn, “Tu ji cîbicîhkirina erkên Serokkomarê Tirkiyê Erdogan raziyî?

Ji %45.2ê dengderan gotine “belê” û %52.1ê wan jî wek “nexêr” bersiv dane. Herwiha %2.7ê beşdarvanên rapirsiyê jî gotine “nerîna min nîne/bersiv nîne.”

Di nav dengderên AKPê de %79.7ê dengderan ji awayê karkirina Erdogan razî ne, lê di nav dengderên MHPê de ku hevpeymanê AKPê ye û bi hev re Tifaqa Cumhur pêk anîne, %32.4ê dengderan ji Erdogan nerazî ne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst