Yekem vaksîna coronayê ya Çînî gihişte Tirkiyê

30-12-2020
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Yekem beşa vaksîna coronayê ya Çînî ku ji 3 milyon doz pêk tê gihîşt Tirkiyê.

Wezîrê Tendirurstiya Tirkiyê Fahrettin Koca li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ragihand ku balafira beşa yekem a vaksînên Tirkiyê yên înaktîf vediguhêzîne, bi dema Kurdistanê saet 19.50 ji balafirxaneya Pekînê rabû, îro Çarşemê serê sibê saet 05:44ê gihîşt balafirxaneya Esenboga ya Enqerê.

17 konteyner vaksîna Covid-19ê bo depoyên Wezareta Tendirustî ya Tirkiyê hatin veguhestin.

Fahrettin Koca got: “Balafira ku beşa yekem a vaksînên me vediguhêzîne gihîşt balafirxaneya Esenboga ya Enqerê. 14 rojan tê bêne testkirin û pîştî wê dê bi hevahengiya Rêveberiya Giştî ya Tendirustiya Gel vaksîn destpê bike. Em bi hev re dê serbikevin.”

Berî niha 2 caran dema şandina vaksîna coronayê ya Çînê bo Tirkiyê hatbiû paşxistin. 

Li gorî amara dawiyê ya ku ji aliyê Wezareta Tendirustiyê ya Tirkiyê ve hatiye belavkirin hejmara kesên bi coronayê jiyana xwe ji dest dane gihaye 20 hezar û  388 kesan û herwiha hejmara kesên bi vîrûsê jî ketine  2 milyon û  178 hezar  û 580 kes in.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst