Endamên Konseya Navendî ya TTByê ji kar hatin dûrxistin

30-11-2023
RÛDAW
Nîşan TTB Yekitiya Bijîşkên Tirk Şebnem Korur Fincancî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Dadgeha Enqerê biryar da ku Seroka Yekitiya Bijîşkên Tirk (TTB) Şebnem Korur Fincancî û endamên Konseya Navendî ya wê yekitiyê ji kar bên dûrxistin.

Yekitiya Bijîşkên Tirk derbarê biryarê nerazîbûn nîşan da û got, “Eger wekhevî, azadî, demokrasî, dadmendî û tenduristî nebe, têkoşîn maf e.”

7emîn rûniştina doza ku ji bo dûrxistina endamên konseya navendî ya Yekitiya Pizîşkên Tirk (TTB) hatibû vekirin, li 31emîn Dadgeha Aslîye ya Hiquqê ya Enqerê hat kirin.

Dadgehê biryar da ku Seroka Yekitiya Bijîşkên Tirk Şebnem Korur Fîncanci û endamên konseya navendî yên wê yekitiyê ji kar bên dûrxistin.

Li gorî biryarê, Seroka Konseya Navendî Şebnem Korur Fîncanci, Serokê Duyem Alî Îhsan Okten û Sekreterê Giştî yê  Yekitiya Bijîşkên Tirk Vedat Bulut ji kar hatin dûrxistin.

Endamên kongreya Yekitiya Bijîşkên Tirk Bahadir Ozturk, Mustafa Sezaî Demirel, Muhammed Çagatay Engîn, Omer Faysal Çadir û Kazım Nejdet dê di nava mehekê de komcivîneke giştî ji bo diyarkirina serok û endamên nû li dar bixin.

Yekitiya Bijîşkên Tirk piştî biryarê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyaniyek belav kir û got:

“Doza ku Yekitiya Bijîşkên Tirk dike armanc, gihişt encamê.  Ji bo Yekitiya Bijîşkên Tirk ti tiştek neguheriye. Heta ku biryar li dadgeha temyîzê jî teqez dibe Konseya Navendî li ser karê xwe ye.

Eger wekhevî, azadî, demokrasî, dadmendî û tendirustî nebe, têkoşîn maf e.”

Seroka TTByê Şebnem Korur Fîncanci, 26ê Çiriya Pêşînê ya 2022yan li bajarê Stenbolê bi hinceta “propagandaya rêxistina terorê” hat desteserkirin û 27ê Cotmehê ji aliyê dadgeha Enqerê  ve hatibû girtin.

Di dozê de ji salek û 6 meh heta 7 sal û 6 meh cezayê girtîgehê ji Fincanciyê re dihat xwestin.

1ê Kanûna Paşînê ya 2023yan 24emîn rûniştina dawî ya doza Fincancî hat kirin.

 Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê 2 sal û 8 meh û 15 roj ceza da Fincanci lê ji ber ku cezaya wê ji 5 salan kêmtir bû hatibû berdan.

Serdozgeriya Komarî ya Enqerê herwiha bi hinceta ku ji derveyî armanca damezrandinê kar û çalakiyan dikin li dijî Konseya Navendî Yekitiya Pizîşkên Tirk û Seroka wê doznameyek amade kiribû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst