Li çend bajarên Tirkiyeyê lehî: Zerereke zêde heye

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Stenbolê ya Tirkiyeyê piştî barana gur lehî rabû û li çend navçeyan zerereke zêde çêbû.

Li piraniya bajarên Tirkiyeyê baran berdewam e û li gelek parêzgehên Tirkiyeyê lehî rabû.

Li Stenbolê ji ber lehiyê avahiyek hilweşiya û çend xanî ji ber metirsiya hilweşînê hatin valakirin.

Ji ber baranê pirsgirêkên trafîkê çêbûn û mal di bin avê de man.

Welatiyê bi navê Menderes Yilmaz li ser lehiyê got:

“Em li malê bûn. Ez û hevjîna xwe rûdiniştin. Dengek hat, min nizanibû çi bû. Hevjîna min got xanî xira bû.

Em bi zehmetî derketin derve. Hemû kelûpelên me di bin av û heriyê de man. Em niha li cem cîranan dimînin.”

Li parêzgeha Bursayê jî bi sedan kargeh û mal di bin avê de man û bi dehan otomobîl li ber avê çûn.

Li Bursayê ji şeva borî ve serê metre çargoşeyê 55 kîlogram baran bariya.

“30 kargehan zerereke cidî dît”

Parêzgarê Bursayê Mahmut Demirtaş anî ziman:

“16 welatiyên me asê mabûn, me ew rizgar kirin û veguhastin cihekî ewle. 2 welatiyên me bi sivikî birîndar bûbûn.

30 kargehan zerereke cidî dît. Herwiha zerer gihiştiye 10 mal û 20 otomobîlan jî.”

Ji bilî Stenbol û Bursayê li parêzgehên Balikesir û Aydinê jî ji ber lehiyê zerereke zêde çêbû.

Li her du parêzgehan jî mal, kargeh û kolan di bin avê de man.

Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyeyê roja pêncşemê ji bo herêmên Marmara, Ege û Deryaya Reş ên Tirkiyeyê hişyariya barana gur û lehiyê da.