Yekîtiya Ewropayê ji bo Tirkiyeyê daxwaza diyalogeke nû dike

30-11-2023
RÛDAW
Nîşan Yekîtiya Ewropayê Tirkiye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Komîsyona Yekîtiya Ewropayê, li ser pêwendiyên xwe yên bi Tirkiyeyê re raporeke nû amade kir.

Komîsyonê pêşniyara diyalog, hevkarî û destpêkeke nû kir lê di raporê de behsa endamtiya Tirkiyeyê nehat kirin.

Li gorî nûçeya Euronewsê, Nûnerê Bilind ê Karên Derve û Polîtîkayên Ewlehiyê yê Yekîtiya Ewropayê Joseph Borrell û Berpirsê Firehbûna Komîsyona Yekîtiya Ewropayê Oliver Varhelyi, raporek nivîsandin û daxwaza diyalogeke nû ya bi Tirkiyeyê re kirin.

Li gorî raporê, ji Yekîtiya Ewropayê tê xwestin ku di “berjewendiyên hevpar” ên wekî koçberî, enerjî, bazirganî û vîzeya ji bo welatiyên Tirkiyeyê de hevkarî bê kirin.

Di raporê de behsa bazirganiya bi Tirkiyeyê re jî hat kirin, “Asta bazirganiya bi Tirkiyeyê re gihiştiye 200 milyar euroyan û ev rekorek e.”

Li gorî raporê Yekîtiya Ewropayê bi armanca rewşa jeopolîtîk û ewlehiyê ya ku tê guhertin dixwaze pêwendiyên xwe yên bi Tirkiyeyê re baştir bike û demên dawî de derfetên vê yekê çêbûne.

Wekî mînak hatiye gotin ku Tirkiye di demên dawî de hewl dide aloziyên li Deryaya Naverast kêmtir bike û di pêwendiyên xwe yên ligel hinek endamên Yekîtiya Ewropayê de erênî tevdigere.

“Diyaloga di Asta Bilind de”

Di raporê de li şûna endamtiya Yekîtiya Ewropayê daxwaza “Diyaloga di Asta Bilind de” hatiye kirin ku di warê koçberî, enerjî, bazirganî û vîzeya ji bo welatiyên Tirkiyeyê de hevkarî bê kirin.

Di raporê de li ser vîzeya ji bo welatiyên Tirkiyeyê de hat gotin:

“Tirkiyeyê ji bo vîzeya serbest krîterên pêwîst temam nekirine. Konseya Ewropayê û Komîsyona Yekîtiya Ewropayê ji bo temamkirina şertên pêwîst piştgiriya teknîk dide Tirkiyeyê.”

Pêwendiyên Tirkiye û Yekîtiya Ewropayê yên ji bo endamtiya Tirkiyeyê ji sala 2018an ve rawestiyane.

Di raporê de derbarê mijara Qibrisê, Deryaya Naverast, bicihnekirina hinek biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê, serdestiya hiqûqê û binpêkirina mafên mirovan de rexne li Tirkiyeyê hatine kirin û wekî astengiyên li pêş pêwendiyan hatine destnîşankirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst