Polîsên Tirkiyê gef li Tirkên Uygur xwarin

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Stenbolê yê Tirkiyê di dema xwepêşandana beşek ji Tirkên Uygur a li dijî Çînê de, polîsekî Tirkiyê gef li wan xwepêşanderan xwar û got, “Eger hûn belav nebin em dê we ji vir ramalin û dersînor bikin.” Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu  jî li ser karvedanên raya giştî ya Tirkiyê daxwaza lêborînê kir.

Îro Çarşemê 30ê Mijdara 2022an beşek ji Tirkên Uygur xwestin li dijî “guvaşa Çînê” ya li ser Tirkên Uygur ên li Tirkistana Rojhilat, li ber deriyê konsulxaneya wî welatî ya li Stenbolê protestoyekê bikin. Di demekê de ku Tirkiye her tim propagandeya wê yekê dike ku Çîn “zilmê li Tirkên Uygur dike”, hêzên ewlekariya wî welatî rê bi vê çalakiya Tirkên Uygur a li dijî Çînê nedan û destwerdan kirin.

Yek ji polîsan di dema destwerdanê de ji xwepêşanderan re got, ”Eger hûn belav nebin em dê we ji vir ramalin û dersînor bikin.”

Ev helwêsta wî polîsê Tirkiyê di nav raya giştî ya wî welatî de bû sedema karvedanan û li ser hesabên medya civakî nerazîbûna xwe anîn ziman.

Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu piştî van karvedanan li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyaniyek belav kir û daxwaza lêborînê kir.

Soylu dibêje, “Helbet erk û berpirsyariya me ye, em konsulxaneya her welatekî biparêzin. Lê di dema pêkanîna ewlehiyê de hinek gotinên derveyî hedê xwe hatine bikaranîn. Divê em di erkekî wiha hesas de van gotinan bikar neyînin. Em bo birayên xwe yên bi esil Tirk di her karî de bi hestiyarî tevdigerin. Em bi vê armancê careke din xemgînî û lêborîna xwe tînin ziman û diyar dikin ku derbarê mijarê de lêkolîna pêdivî hatiye destpêkirin.”