Pêşniyarnameya CHPê ya li ser teqîna Stenbolê hat redkirin

30-11-2022
RÛDAW
Nîşan Teqîna Stenbolê CHP Pêşniyarname Ali Şeker
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Pêşniyarnameya Partiya Gel a Komarê (CHP) ya derbarê lêkolîna teqîna li Stenbolê de, li Parlamentoya Tirkiyê bi piraniya dengên partiyên destilatê AK Partî û MHPê hat redkirin.

CHPê pêşniyarnameyeke lêkolînê li ser teqîna Stenbolê pêşkêşî Parlamentoya Tirkiyê kir, lê li gor medya Tirkiyê ew pêşniyara wan bi piraniya dengên Partiyên desthilatê AKP û MHPê hatiye redkirin.

Li gor medya Tirkiyê li ser navê grupa CHPê Parlamenterê Stenbolê yê wê partiyê Ali Şeker li Parlamentoya Tirkiyê mafê axftinê wergirtiye û gotiye “Ji bo êrîşên bi vî awayî dubare nebin divê lêkolîneke kûr bê kirin. Ji ber vê yekê jî me ji bo lêkolînkirina êrîşa Taksîmê pêşniyara lêkolînê daye û ev berpirsiyartiya me ye.”

Herwiha Serokwekîlê Grupa AKPê Muhammed Emin Akbaşoğlu jî gotiye “Tirkiye ne Tirkiya berê ye. Em bi izna xwedê êrîşkarên terorîst nîvê şevê digrin û wan di darizînin. Kesên ferman jî dane li cihê wan dikujin. Ji bo wan hêzên navdewletî ku piştgirî dikin jî tişta pêwîst dikin. Ji ber vê yekê jî tiştekî bê lêkolîn nîne.”

Roja 13ê Mijdara 2022ê li caddeya herî qelabalix a navçeya Taksîmê ya Îstîklal a li bajarê Stenobolê teqînek çêbû û di encam de 6 kesan canê xwe ji dest dan û 81 kes jî birîndar bibûn.

Herçiqas hikûmeta Tirkiyê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bi pêkanîna teqîna Stenbolê tohmetbar dike û bi vê hincetê Roja 20ê Mijdara 2022ê operasyonek bo ser Rojavayê Kurdistanê daye destpêkirin, lê HSDê red dike ku ti peywendiya wan bi teqînê ve hebe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst