Duzgun Kaplan: Em ê wek HAK-PAR biçin cem partiyên Kurdistanî

30-11-2022
Şewket Herkî
Şewket Herkî
Serokê Giştî yê Partiya Maf û Azadiyan (HAK-PAR) Duzgun Kaplan
Serokê Giştî yê Partiya Maf û Azadiyan (HAK-PAR) Duzgun Kaplan
Nîşan Partiya Maf û Azadiyan (HAK-PAR) Duzgun Kaplan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Giştî yê Partiya Maf û Azadiyan (HAK-PAR) Duzgun Kaplan di nirxandina xwe ya li ser hilbijartinan de got, “Em hem ji Tifaqa Milet û hem jî ji Tifaqa Cumhur dûr dikevin. Partiyên Kurdistanî bi xwe dikarin ji bo Kurdan alternatîfekê çê bikin? Weke HAK-PAR em ê biçin cem partiyên Kurdistanî.”

Serokê Giştî yê HUDA-PARê Zekeriya Yapicioglu îro Çarşemê 30ê Mijdara 2022an li Enqereyê serdana Partiya Maf û Azadiyan (HAK-PAR) ku kongreya xwe li dar xistibû kir.

Duzgun Kaplan ê ku di kongreya herî dawî de wek Serokê nû yê HAK-PARê hat hilbijartin serdana pîrozbahiyê ya Serokê Giştî yê HUDA-PARê Zekeriya Yapicioglu ji Rûdawê re nirxand.

Serokê Giştî yê Partiya Maf û Azadiyan (HAK-PAR) Duzgun Kaplan beriya serdanê ji Rûdawê re axivî û got, “Ev serdan serdaneke pîrozbahiyê ye û di heman demê de çi mijarên di rojevê de hebin em ê binirxînin û nîqaş bikin.”

Duzgun Kaplan her wiha anî ziman, “Em ê mijara hilbijartinan binirxînin. Di derbarê hilbijartinan de jî em dibêjin ne hewce ye ku Kurd bibin stûna nakokiyên navxweyî yên Tirkiyê. Kurd dikarin siyaseteke taybet bikin.”

“Em ê wek HAK-PAR biçin cem partiyên Kurdistanî”

Kaplan li ser pirsa gelo dê di hilbijartinan de tifaqek di navbera Kurdan de çêbibe yan na got, “Em hem ji Tifaqa Milet û hem jî ji Tifaqa Cumhur dûr dikevin. Partiyên Kurdistanî bi xwe dikarin ji bo Kurdan alternatîfekê çê bikin? Weke HAK-PAR em ê biçin cem partiyên Kurdistanî. Meriv dikare biçe cem HUDA-PARê jî. Ji bo me siyaset ne reş û spî ye. Eger ji bo Pirsa Kurd û pêşketina demokrasiya Tirkiyê lihevkirinek hevpar û fikreke baş hebe, çima nebe?”

Kaplan pirsa operasyona muhtemel a Tirkiyê ya li dijî Rojavayê Kurdistanê jî got, “Du aliyên wê hene. Li gorî perspektîfa Tirkiyê şer nikare bibe çareseriya pirsgirêkan. Wate meseleyeke navxweyî ye. Heta niha gaveke erênî nehatiye avêtin, niha li ser beşên din jî dixebite. Ev li aliyekî. Tirkiye siyaseteke şaş dimeşîne. Li aliyê din Tirkiye PKKê weke hincet bikar tîne. PKK jî derfeteke mezin dide Tirkiyê û êrîşî parçeyên din dike. Em dibêjin bila PKK bê şert û merc dest ji çekan berde. Ev aliyê wê yê din e. Em vê rexne dikin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst