Demîrtaş ji bo hevdîtina bi Ocalan re serlêdan kir

30-11-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Hevserokê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattîn Demîrtaş ku niha li Girtîgeha Edirneyê girtî ye, ji bo ku bi rêya  SEGBÎSê bi Rêberê PKKê Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike serî li Wezareta Dadê ya Tirkiyê da.

Hevserokê berê yê HDPê Selahattîn Demîrtaş, bi daxwaznameyekê serî li Wezareta Dadê ya Tirkiyê da ku bi Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ê li Girtîgeha Îmraliyê girtî hevdîtinê bike.

Daxwaznama Demîrtaş ji aliyê Grûpa Parastina Demîrtaş ve hat belavkirin.

Demîrtaş di daxwaznameya xwe de diyar dike “tecrîda li ser Ocalan” ne hiqûqî ye û divê bi dawî û dibêje: “Weke ku tê zanîn Abdullah Ocalan, ev nêzîkî 23 sal in li Girtîgeha Ewlekariya Bilind a Îmraliyê ku girêdayî wezareta we ye, di hucreya yek kesî de û di nava şert û mercên tecrîdê de tê ragirtin. Bi xwe ev zêdetirî 20 mehan e ku  bi awayekî deryasayî ji mafê xwe yê hevdîtina bi parêzer û malbata xwe re hatiye bêparkirin. Lê salên borî dema ku bi derve re têkilî danî, li Tirkiyê hêviyên aştiya civakî û çareseriya demokratîk her ku diçû mezin dibûn û civakê bêhnek standibû.” 

Demîrtaş bal kişand li ser rewşa aborî û civakî ya Tirkiye û Bakurê Kurdistanê û dibêje “polîtikayên şer a hikûmetê” dibe sedema êşên mezin û ligel “tecrîda li ser Abdullah Ocalan tê ferzkirin jî vê aloziya heyî” kûrtir dike. 

Di berdewaiya daxwaznameya xwe de dibêje: “Ez di wê baweriyê de me ku wezareta we eger dawî li vê bêhiqûqiyê bîne, dê bo welêt bixêrtir be. Ji bo ku polîtîkayên li Girtîgeha Îmraliyê tên meşandin bi dawî bibin, ez weke parêzer û siyasetmedarek ku li Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê têm ragirtin dixwazim ku li ser SEGBÎSê bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikim. Her wiha dixwazim ku Abdullah Ocalan bi malbat û parêzerên xwe re jî hevdîtinê bike. Hêvîdarim ku ev serlêdana min were qebûlkirin.” 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst