Pirsenameya Tahir Elçî bi dengên AKP û MHPê hat redkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li Parlamentoya Tirkiyê pirsenameya derbarê lêkolînkirina şehîdkirina Serokê Baroya Amedê Tahir Elçî ya HDP pêşniyar kir bi dengê AK Partiyê û MHPê hat redkirin.

Serokên Koma HDPê ya Parlamentoyê Meral Daniş Beştaş ve Saruhan Oluç, ji bo şehîdkirina Tahir Elçi bi berfirehî bê lêkolînkirin pirsename dan Parlamentoya Tirkiyê.

Berdevka HDPê Ebru Gunay li ser pirsenameyê axifî û got: “6 sal di ser kuştina Tahir Elçi yê ku jiyana xwe ji bo mafê mirov û kuştinên kiryar nediyar terxan kir, derbas bû. Tahir Elçi hat desteserkirin û gefên mirinê lê hatin xwarin. Tahir Elçi li ser hesabê xwe yê Twitterê got, `ez ji kesekî natirsim û ev hemû parçeyeke tekoşînê ne`. Bi van gotinên xwe kuştin ji raya giştî re eşkere kiribû. Lê berpirsan guh nedan gefên mirinê û tedbîr wernegirtin.”

Parlamenterê CHPê Sezgin Tanrikulu jî got: “Kuştina Tahir Elçi siyasî bû û doz piştî 3 salan hat vekirin. Kujer diyar in, lê delîl nehatin komkirin.” Sezgin Tanrikulu, bo AKPyiyan got, “Kujerên Tahir Elçî, hûn in. Ên ku lêkolînê nakin, ên vedişêrin.”

Parlamentera AK Partiyê Mihramah Belma Satir jî bersiva Tanrikulu da û got: “Hadê, nizane çi dibêje. Mejî xwariye.”

Serokê Baroya Amedê Tahir Elçi roja 28ê Mijdara 2015an dema dixwest li ser dorpêç û têkdana navçeya dîrokî ya Sûra Amedê ligel çend nûnerên saziyên civaka sivîl û xelkê navçeyê daxuyaniyekê bide çapemeniyê li ber Mînareya Çar Ling a Sûrê teqe lê hat kirin û di encam de canê xwe ji dest da.

Roja 3ê Nîsana 2020ê 10emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê, dosyeya tawan a dosyeya bikujên Tahir Elçî pesend kir û roja 21ê Cotmeha 2020ê rûniştina yekem a dadgehkirina bikujên Tahir Elçî hat kirin.

Desteya Dadweran di vê rûniştinê de bi hinceta “xemsariya biqest ku bû sedema kuştina Tahir Elçî” biryara hiştina dosyeya cezakirina sê polîs û çar sivîlên da û biryara azadkirina wan a bi merc hat dayîn heta rûniştina duyem a dadgehkirinê. Biryara dadgehê bû sedema nerazîbûneke zêde ya Baroya Amedê û parêzerên Tahîr Elçî.

Sêyemîn rûniştina Doza Tahîr Elçî li 10emîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê hat dîtin. Daxwaza baroyên Êlih, Bedlîs, Agirî, Mêrdîn, Wan, Mûş û Komeleya Rojeva Mafên Mirov bo beşdarbûna dozê ji aliyê dadgerê dozê ve hat redkirin. Dozê bi îfadeya şahidên bûyerê û axaftinên parêzeran dewam kir.

Piştî axaftina parêzer û şahidan dadgehê ji bo kêmasiyên di dosyeyê de têkildarî dimenên kamerayê yên hatine jêbirin û kêmasiyên din werin temamkirin doz bo 12ê Çileya 2022an paş xist.

Tahir Elçi kî ye?

Tahir Elçi di sala 1966an de li navçeya Cizîrê ya ser bi parêzgeha Şirnexê ji dayik bûye. Qonaxên seretayî û navendî yên xwendina xwe li navçeya Cizîrê xwendin. Di sala 1991ê de Fakulteya Hiqûqê ya Zanîngeha Dîcleyê ya Amedê qedand. Tahir Elçî, ji sala 1998 heta sala 2006ê di Rêveberiya Baroya Amedê de cih girtibû û sala 2012an jî weke Serokê Baroya Amedê hatibû hilbijartin.

Elçî bavê 2 zarokan bû û zimanên Ingilîzî, Almanî, Tirkî û Kurdî dizanîn. Tahir Elçi herwiha wek çalakvan û parazvanê mafên mirov dihat naskirin û çendîn xelat wergirtibûn.

Xelatên ku wergirtine:

Xelata Weqfa Demokrasiya Civakî  (2015)

Xelata Weqfa  Navnetewî a Hrant Dink (2016)

Xelata Odeya Pizîşkan a Amedê ya Demokrasî, Dostayetî û Aşitiyê (2016)

Xelata Konseya Baroyên Ewropa ya bi navê Xelata Mafên Mirov (2016)

Xelata Şaxa Stenbolê ya Mafên Mirov (2016)