Rakirina parêzbendiya parlamenterên HDP û CHPê di rojevê de ye

30-11-2018
RÛDAW
Şandina dosya rakirina parêzbendiya parlamenterên HDP û CHPê bo Parlamentoya Tirkiyê bû sedema karvedanan
Şandina dosya rakirina parêzbendiya parlamenterên HDP û CHPê bo Parlamentoya Tirkiyê bû sedema karvedanan
Nîşan CHP HDP Fezleke
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Şandina dosya rakirina parêzbendiya 21 parlamenterên HDP û CHPê bo Parlamentoya Tirkiyê ku navê Hevseroka Giştî ya HDPê Pervin Buldan û Serokê Giştê yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu jî di nav lîsteyê de ne, bû sedema karvedanan.

 

Peyamnêrê Rûdawê yê Stenbolê Rawîn Stêrk da zanîn ku pirsa rakirina parêzbendiya parlamenteran çend sal e li Tirkiyê bûye mijar û di demên derbasbûyê de parêzbendiya çend parlamenterên HDPê hatiye rakirin.


Peyamnêrê Rûdawê dibêje, di du rojên derbasbûyî de ev pirsa han careke din bûye mijareke germ a Tirkiyê û doh ji aliyê Serokatiya Komara Tirkiyê ve bi armanca rakirina parêzbendiyê lîsteya 21 parlamenterên HDP û CHPê bo parlamento hatiye şandin.


Ji wan 8 parlamenter ser bi CHPê ne û 13 parlamenter jî yên HDPê ne. Di nav wan 21 kesan de Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu û Hevseroka Giştî ya HDPê Pervîn Buldan jî cîh digrin.


Peyamnêrê Rûdawê dibêje, ligel ku navên Kiliçdaroglu û Buldan jî di nav lîsteyê de, di medya Tirkiyê de nebûye rojev, lê berê dema dosyeya rakirina parêzbendiya parlamenteran bo parlamento dihat şandin, medya Tirkiyê girîngiyeke zêde pê dida, lê vê care ti girîngî pê nedane.


Heta niha herdu partiyan ti karvedanek pêşan nedane, hevdem ligel nêzîkbûna hilbijartina şaredariyan, wiha dixuye ku biryara rakirina parêzbendiya parlamenterên HDP û CHPê li parlamentoyê neyê pesendkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst