Wezîrê Enerjiyê yê Tirkiyê Taner Yildiz sibê tê Bexdayê

30-11-2013
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw)- Berdevkê Cîgirê Serokwezîrê Iraqê bo karûbarên enerjiyê Hisên Şehristanî , Feysel Ebdila ragihand ku sibê Wezîrê Enerjiyê yê Tirkiyê Taner Yildiz dê serdana Bexdayê bike û wê derbarê girêbestên petrolê yê di navbera Tirkiyê û Herêma Kurdistanê de gotûbêjê bikin.

Feysel Ebdila di daxuyaniyeke taybet de ji Rûdawê re got “Girêbestên Herêma Kurdistanê digel Tirkiyê berûvajî destûr in, li gor destûr petrol mulkê hemû Iraqê ye û bi ti awayekî nabe ti girêbestek bê îmzekirin eger ne di rêya hikûmeta federal re be”.

Roja çarşema borî de, di civîna navbera Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîrê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan de girêbestek hat îmzekirin ji bo şandina petrol û gaza Herêma Kurdistanê di rêya Tirkiyê re bo bazarên cîhanê.

Derbarê pirsekê de ku eger ew girêbest “neyasayî” bin hikûmeta Tirkiyê çawa îmze kirine?, Berdevkê Hisên Şehristanî got “Em gotûbêjê bi Tirkiyê re dikin û sibê wê Wezîrê Enerjiyê yê Tirkiyê were Bexdayê û digel berpirsên Iraqê derbarê enerjiyê û hinek pirsên din de gotûbêjê bike”.

Berdevkê Şehristanî anî ziman ku wan heta niha derbarê wan girêbestan de têkilî bi Herêma Kurdistanê re nekiriye.

Feysel Ebdila herwiha got “Helwesta me ya dawî ewe ku me gotûbêjên Tirkiyê û Herêma Kurdistanê şopandin û me daxuyaniyek derxite û têde me tekez kir ku hikûmeta federal take desthilate li ser hemû çavkaniyên welat û bi taybet petrol ku bi ti awayekî çav li ser nayê nuxmandin”.

Duh çavkaniyekê ji hikûmeta Tirkiyê ji Rûdawê ragihand ku di encama civîne di navbera Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîrê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan de 5 girêbest hatine îmzekirin û rêkeftineke bi cuda hatiye kirin.

Li gor daxuyaniya çavkaniya Rûdawê, şanda Herêma Kurdistanê û şanda Tirkiyê lihev kirine ku pereyên ji dahatê şandina petrol û gaza Herêma Kurdistanê bi dest bikevin, têkevin nav hesabekî ku bêy razîbûna Bexda, Hewlêr û Enqere ti pere jê neyê derxistin.

Bi gotina wê çavkaniyê, ti aliyek nikare bi tena xwe pere ji wî hesabê bankê derbixe û îmzeya her sê aliyan ji bo vê yekê pêwîst e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst