ANGAŞT - Qeyûm tayînî Şaredariya Esenyurtê hat kirin

15 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Şaredariya Esenyurtê Qeyûm
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Piştî ku Serokê Şaredariya Esenyurtê Prof. Dr. Ahmet Ozer hat desteserkirin, hat angaştkirin ku qeyûm tayînî Şaredariya Esenyurtê hatiye kirin.

Serokê Şaredariya Esenyurtê Ahmet Ozer di çarçoveya lêpirsîna “endamtiya PKKyê” de hat desteserkirin û heman rojê piştî karûbarên yasayî bi dawî bûn bi daxwaza girtinê ber bi dadgehê ve hat şandin.

Serokê Şaredariya Esenyurtê Prof. Dr. Ahmet Ozer danê sibehê hat desteserkirin.

Serokê CHPyê yê Stenbolê CHPyê Ozgur Çelîk daxiyaniyek dabû û gotibû:

“Dêriyên avahiya şaredariya bi zorê hatine vekirin û ketine jûrên meqam.”

Ahmet Ozer piştî kar û barên yasayî bi îdiaya “endamtiya PKK-KCKyê” ber bi dadgehê ve hat şandin û tê xwestin ku Ozer were girtin.

Her wiha di berdewamiya pêvajoyê de hat îdiakirin ku qeyûm tayînî Şaredariya Esenyurtê hatiye kirin lê ti çavkaniyên fermî piştrast nekir û CHPyê jî ew îdia red kir.

Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê daxuyaniyeke nivîskî da û got ku Ahmet Ozer di çarçoveya xebatên tespîtkirina endam û çalakiyên PKKyê de hatiye girtin.

Serdozgeriya Komarê îdia dike ku Ahmet Ozer bi Hevserokê KONGRA-GEL Remzî Kartal re bi rêya telefonê axiviye.

Serokê Şaredariya Esenyurtê Prof. Dr. Ahmet Ozer ji Wana Bakurê Kurdistanê ye.

Divê were gotin ku Ahmet Ozer namzedê “lihevkirina li bajaran” a CHP û DEM Partiyê bû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst