Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê ragihand ku ew bi ti awayî dest nadin 4 madeyên destpêkê yên Destûrê.
Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş di merasîma vekirina sala akademîk a Zanîngeha Hacetepeyê de li ser Destûra nû ya Tirkiyeyê û xebatên di vê çarçoveyê de axivî.
Kurtulmuş ragihand ku dê 4 madeyên destpêkê yên Destûrê werin parastin û destkarî di wan de nayê kirin û got:
“Em dê pêvajoya çêkirina destûreke nû bi pêvajoyeke demokratîk çareser bikin, bi awayekî ku li ser 4 madeyên destpêkê nîqaş neyên kirin.”
Numan Kurtulmuş her wiha anî ziman:
“Em dê avhewayeke wiha ya biratî û yekîtiyê çêbikin ku her kes xwe tê de wekî welatiyê wekhev û dadmend ên aîdî vî welatî hest bike.”
Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş 10ê Çiriya Pêşînê amaje bi madeya sêyem a Destûra Tirkiyeyê dabû û gotibû ku divê beşeke wê were guhertin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse