Bakirhan: Kurd nasname û îradeya xwe dixwazin
Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan got, “Kurdan hezar û carekê gotiye, Kurd nasname û îradeya xwe dixwazin. Kurd êdî ne gotinên pûç, temînata qanûnî dixwazin.”
Hevserokê Giştî yê Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) Tuncer Bakirhan di komcivîna partiya xwe de axivî.
“Kurd nasname û îradeya xwe dixwazin”
Tuncer Bakirhan amaje pê kir ku xwestekên Kurdan eşkere û zelal in û li pey çû:
“Hema dibêjin ‘Kurd çi dixwazin?’ Kurdan hezar û carekê eşkere kir bê ma ew çi dixwazin.
Kurd nasname û îradeya xwe dixwazin ku ev 100 sal in ji wan hatine standin.
Tiştekî ku neyê fêhmkirin nîne. Kurd welatîbûna wekhev dixwazin. Kurd êdî ne gotinên pûç, temînata qanûnî dixwazin.”
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê diyar kir, “Sedsala yekem li ser înkarkirina Kurdan ava bû” û xwest ku sedsala duyem bide “saeta aştiyê.”
“Tecrîda li ser Ocalan rakin”
Bakirhan bi bîr anî ku Parlamenterê DEM Partiyê Omer Ocalan piştî 44 mehan çû Îmraliyê û Ocalan dît û anî zimên:
“Tenê vê hevdîtinê jî hêviyek ava kir lê peyama ewil a ku hat ew bû ku tecrîd didome.
Tecrîda li ser Ocalan rakin ku hûn jî wî mixetab qebûl dikin, şertên xebata azad biafirînin.
Ocalan dibêje, ‘Heke hûn hebin, ez heme, hazir im.’
Desthilat ji bêhtir dizane bi vê yekê. Bangeke dîrokî heye, em vê ji dest nedin.
Em amade ne her tiştî bikin da ku em ji zemîna tundî û pevçûnê derbasî zemîna siyaset û hiqûqê bibin.
Werin em rola zordariyê rakin, pêşiya mizakereyan vekin.
Gelo aqilê dewletê bi rastî ji bo aştiyê amade ye, plan û bernameyek heye? Me divê em vê bibînin.”
“Bila kes rêçika me diyar neke”
Tuncer Bakirhan ji Erdogan re got, “Ezmûneke dîrokî li pêşiya te ye, tu serokkomar î û avêtina gavan berpirsiyariya te ye” û berdewam kir:
“Em ji bo diyalogê amade ne, kulmên me ne şidandî ne lê bila kes rêçika me diyar neke, me tehdîd neke û heqaretan li me neke.”