Desteserkirina Ahmet Ozer: ‘Dixwest Pirsa Kurd bi awayekî demokratîk were çareserkirin’

13 demjimêr berê
Omer Sonmez
Serokê Baroya Stenbolê Îbrahîm Kaboglu/Wêne: Rûdaw
Serokê Baroya Stenbolê Îbrahîm Kaboglu/Wêne: Rûdaw
Nîşan Ahmet Ozer Esenyurt CHP DEM Partî
A+ A-

Stenbol (Rûdaw) - Karvedanên li ser desteserkirina Serokê Şaredariya navçeya Esenyurta Stenbolê Ahmet Ozer didomin.

Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê îdia kir ku Ahmet Ozer di çarçoveya lêpirsîna pêwendiya li gel PKKyê de hatiye desteserkirin.

Di dosyaya şaredarê CHPyî de biryara nepeniyê û 24 saet sînordarkirina pêwendiya bi parêzeran re hat dayîn.

Parlamenter, şaredar û birêvebir û endamên CHPyê li ber Birêvebiriya Ewlehiyê kom bûn û wan bertek nîşanî desteserkirina Ahmet Ozer da.

CHP desteserkirina Ozer wekî operasyoneke siyasî bi nav dike.

Serokê CHPyê Ozgur Ozel, Şaredarê Stenbolê Ekrem Îmamoglu, Hevserokên DEM Partiyê û gelek saziyên civaka sivîl û mafên mirovan bertek nîşanî desteserkirina Ozer da.

Esenyurt navçeya herî qelebalix a Tirkiyeyê ye û hejmareke zêde ya Kurd li wir dijîn.

Akademîsyenê Wanî Prof.Dr. Ahmet Ozer wekî namzedê “lihevkirina li bajaran” a CHP û DEM Partiyê bi ji sedî 49,5ê dangan hatibû hilbijartin.

Şaredarê navçeya Esenyurtê Ahmet Ozer, bi serdegirtina polîsan de hat desteserkirin.

Polîsan li mala Ahmet Ozer û şaredariyê lêgerîn kirin û wan ew bir Birêvebiriya Ewlehiyê ya Vatanê.

Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê îdia kir ku Ahmet Ozer di çarçoveya lêpirsîna pêwendiya li gel PKKyê de hatiye desteserkirin.

Her wiha hat gotin ku telefona Ozer ev 10 sal in tê guhdarîkirin.

“Ahmet Ozer ji bo ku Pirsa Kurd bi awayekî demokratîk û aştiyane were çareserkirin hewl dida”

Parlamenter, şaredar û birêvebir û endamên CHPyê li ber Birêvebiriya Ewlehiyê kom bûn û wan bertek nîşanî desteserkirina Ahmet Ozer da.

Cîgirê Serokê CHPyê Gokan Zeybek jî got:

“Em dê wekî CHPyê li ser vê mijarê civîna xwe ya hiqûqî çêbikin û rewşê ji nû ve binirxînin.

Em bi Serokê Şaredariya xwe ya Esenyurtê re ne.

Heta dawiyê em piştgiriyê didin gelê Esenyurtê.”

Serokê CHPyê Ozgur Ozel, Şaredarê Stenbolê Ekrem Îmamoglu, hevserok û berdevkên DEM Partiyê û gelek saziyên civaka sivîl û mafên mirovan bertek nîşanî desteserkirina Ahmet Ozer da.

Serokê Baroya Stenbolê Îbrahîm Kaboglu diyar kir ku desteserkirina Ozer ne hiqûqî ye û divê demildest were berdan.

Serokê Baroya Stenbolê Îbrahîm Kaboglu jî da zanîn:

“Bê guman emniyet, yasadanîn, birêvebirî û daraz ji bo mafên mirovan biparêzin hene.

Lê bûyerên ku îro qewimîn, yanî şiklê ketina nava şaredariyê, şikandina deriyê odeya meqamê û desteserkirina li mala xwe ya Prof. Dr. Ahmet Ozer a ji aliyê Destûra Bingehîn ve bêbingeh e.”

CHP û DEM Partiyê li ber Şaredariya Esenyurtê daxuyanî da û desteserkirina Ahmet Ozer protesto kir.

Endamê CHPyê yê Meclisa Şaredariya Stenbolê Cabar Bariş got:

“Ahmet Ozer ji bo ku Pirsa Kurd bi awayekî demokratîk û aştiyane were çareserkirin tim daxuyanî didan.

Hin kesan jî ji vê hez nekir. Dema navê Kurdan derbas dibe û behsa aştiyê tê kirin hin kes gelekî aciz dibin.”

Xizmê Ahmet Ozer, Fikret Aygun jî anî ziman:

“Kurdbûna Ahmet Xoce bû belaya serê wî. Em bi wî re ne.”

Esenyurt navçeya herî qelebalix a Tirkiyeyê ye û hejmareke zêde ya Kurdan li wir dijîn.

Akademîsyenê Wanî Prof.Dr. Ahmet Ozer wekî namzedê “lihevkirina li bajaran” a CHP û DEM Partiyê bi ji sedî 49,5ê dangan hatibû hilbijartin.

Şaredarê Kurd Ahmet Ozer beriya bi demekî di Festîvala Biratiyê de cih dabû konserên Kurdî û bi xwe jî di bernameyê de stran û helbestên Kurdî xwendibûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst