Meha Îlonê 175 karkeran li ser kar canê xwe ji dest dan

30-10-2021
Sahîra Siddiq
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li gor raporta Binpêkirinên Mafên Mirov a Îlona 2021ê bi giştî li seranserî Tirkiye û Bakurê Kurdistanê mafê 745 kesan hatiye binpêkirin.

Parlamenterê Partiya Gel a Komarî (CHP) yê Stenbolê Sezgin Tanrikulu raporta Binpêkirinên Mafên Mirov a Îlona 2021ê weşand.

Li gor raportê mafê jiyanê yê 209 kesan hatiye binpêkirin û 224 kes jî rûbirûyî îşkencê û kiryarên xirab bûne. Herwiha 175 karkeran jî li ser kar cane xwe ji dest dane û bi vî awayî bi giştî li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di mehekê de mafê 745 kesan hatiye binpêkirin.

Li gor raportê di Îlona 2021ê de: 26 jin hatine kuştin, 175 karkeran li ser kar canê xwe ji dest dane, 3 kesan di girtîgehê de canê xwe ji dest dane û 2 zarokan ji ber wesayîtên leşker û polîsan canê xwe ji dest dane.

Yek ji wan zarok bi giştî 3 kesan jî ji ber hişyariya rawestandinê, înfaza bêdadwerî û barandina guleyan bi awayekî belawela canê xwe ji dest dane.

Ji wan 22 kes di girtîgehê de û 202 kes jî di civîn û xwepêşandanan de bi giştî 224 kes rûbirûyî îşkence û kiryarên xirab bûne. Di raportê de tê gotin: “Dema kesên di civîn û xwepêşandanan de lêdanê dixun, bi awayekî gaz bi ser wan de tê rijandin û tên desteserkirin, ligel ku îşkencê dibînin û vê yekê eşkere nakin eger li ber çav bên girtin dê derkeve holê ku ev hejmar hê zêdetir e.”

4 rojnamevan hatine desteserkirin û derbarê 2 rojnamevanan de jî lêpirsîn hatiye destpêkirin. Li gor amarên Platforma Rojnamevaniya Serbixwe 59 rojnamevan di girtîgehê de ne û 4 rojnamevan jî rûbirûyî êrîşan bûne. Di meha Îlonê de bo nûçe û weşanan jî 49 astengî hatine kirin.

3 serokên şaredariyê, parlamenter û rêveberên partiyê ji ber binpêkirina mafê azadiya rêxistinbûnê hatine girtin. Di dozên derbarê rêveberên partî, şaredarî, sendîka û komeleyan de jî bo 2 kesan cezayê girtîgehê û yên pereyan hatiye dayîn. Polîsan bi ser 2 avahiyên rêxistin, partî û sendîkayan de girtine.

Bo 16 çalakî û civînên çapemeniyê midaxele hatiye kirin. Bê ku midaxele bê kirin 12 çalakî, xwepêşandan û şano hatine qedexe kirin. Li 5 parêzgeh û navçeyekê çalakî û xwepêşandan hatin qedexekirin. 253 kes ji ber binpêkirina azadiya civîn û xwepêşandanan hatine desteserkirin û ji wan 2 kes hatine girtin, derbarê 13 kesan de jî lêpirsîn an doz hatiye vekirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst