Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê dibe dîsa qedexeya derketina derve bê ragihandin

30-10-2021
RÛDAW
Nîşan Bakurê Kurdistanê Tirkiye Qedexe Corona
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Endamê Lijneya Zanistî ya Coronayê Alper Şener ragihand ku li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê rojane hejmara pêketiyên nû yên Coronayê di navbera 25 û 30 hezarî tê guhertin û got: “Eger ev hejmar bigihe 60 an 70 hezarî dibe ku dîsa qedexeya derketina derve bê ragihandin.”

Endamê Lijneya Zanistî ser bi Wezareta Tendirûstî û Endamê Beşa Nexweşiyên Enfeksiyonê li Fakulteya Pizîşkî ya Zanîngeha Katip Çelebi ya Izmirê Prof. Dr. Alper Şener zêdebûna hejmara pêketiyên nû yên Coronayê li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê nirxand.

Şener da zanîn ku her diçe hejmara pêketiyên nû yên Coronayê zêde dibe û eger rojane ev hejmar bigihe 60 an 70 hezar kesan dibe dîsan qedexeya derketina derve û girtina dibistanan bikeve rojevê.

Şener dibêje “Mixabin dema em bi giştî li rewşa Tirkiyê dinêrin vaksîn wergirtin hema hema rawestiya ye. Leza vaksîn wergirtinê her diçe paş de vedigere. Bi taybetî dema em li kesên  nexweş dikevin dinêrin piraniya wan doza sêyem a vaksînê wernegirtine.”

Şener diyar dike ku beşek ji civakê bo vaksînê wernegirin li berxwe didin û temenê piraniya wan jî di jêr 65 salî de ye.

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê rojane zêdeyî 200 kes ji ber Coronayê canê xwe ji dest didin û her roj hejmara pêketiyên nû yên Coronayê zêdetir dibe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst