Li Îzmîrê erdhejeke mezin çê bû: Mirî û birîndar hene

30-10-2020

22:59

AFAD: Di erdheja Îzmîrê de 17 kes mirin, 709 kes birîndar bûn

Wêne: AA

Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez (AFAD) a Tirkiyê aşkere kir ku di encama erdheja li Seferîhîsara Îzmîrê 17 kesan canê xwe ji dest dane û 709 kes jî birîndar bûne.

Erdheja li peravên Seferîhîsar li Îzmîrê demjimêr 14.51an rû da û hêza erdhejê jî wek 6,6 pileya rîxterê hat tomarkirin.

Her li gor zanyariyên hatine belavkirin, 21 ji wan di ser hêza 4 re, 170 paşlerz li wê deverê çê bûn.

Li gor daxuyaniya AFADê 12 avahî hilweşiyane û xebatên li ser wan avahiyan berdewam dikin, herwiha li gor daxuyaniya hatiye belavkirin bi mebesta ku di xebatên li herêmê bên bikaranîn 3 milyon lîre wek alîkarî  hatiye şandin.

Zêdetir bixwîne

22:51

Mesrûr Barzanî: Em di vê dema zehmet de li gel xelkên Tirkiye û Yunanê ne

Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî

Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser erdheja li Îzmîrê peyameke hevxemiyê belav kir û got, “Di vê dema zehmet de em li gel xelkên Tirkiye û Yunanê ne.”

Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li hejmara xwe ya Twitterê li ser erdheja li parêzgeha Îzmîr a Tirkiyê peyamek belav kir.

Mesrûr Barzanî di peyama xwe de got, “Em bo kesên di erdheja li Derya Egeyê de canê xwe dane de sersaxî û bo kesên birîndar jî şîfaya bilez dixwazin.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê dibêje, “Di vê dema zehmet de em li gel xelkên Tirkiye û Yunanê ne.”

Erdheja li peravên Seferîhîsar li Îzmîrê demjimêr 14.51an rû da û hêza erdhejê jî wek 6,6 pileya rîxterê hat tomarkirin.

Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez (AFAD) a Tirkiyê jî aşkere kir ku di encama erdheja li Seferîhîsara Îzmîrê heta niha 12 kesan canê xwe ji dest dane û 607 kes jî birîndar bûne.

Zêdetir bixwîne

21:33

Mezlûm Kobanî li ser erdheja Îzmîrê bi Tirkî peyamek da

Mezlûm Kobanî

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mezlûm Kobanî derbarê erdheja li Îzmîrê peyameke hevxemiyê belav kir û hêviya silametiyê ji berkeftiyên erdhejê re xwest.

Mezlûm Kobanî li hejmara xwe ya Twitterê bi boneya erdheja li parêzgeha Îzmîr a Tirkiyê bi zimanê Tirkî peyamek belav kir.

Di wê twita xwe de Mezlûm Kobanî dibêje, “Li ser navê gelê me, em ji Xwedayê mezin ji bo kesên di erdheja Îzmîrê de canê xwe ji dest dane re rehmet û bo birîndaran jî daxwaza şîfaya bilez dikin. Em hêvîdar in gelên Tirkiyê van rojên zehmet bi hevkarî û alîkariyê û bi kêmtirîn ziyanê derbas bike.”

Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez (AFAD) aşkere kir ku di encama erdheja li Seferîhîsara Îzmîrê hejmara qurbaniyan gihîşt 12 kesî û hejmara birîndaran jî gihîşt 419 kesî.

 

 

Zêdetir bixwîne

19:56

AFAD: Di erdheja Îzmîrê de 12 kes mirin, 419 kes birîndar bûn

Wêne: AA

Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez (AFAD) aşkere kir ku di encama erdheja li Seferîhîsara Îzmîrê hejmara qurbaniyan gihîşt 12 kesî û hejmara birîndaran jî gihîşt 419 kesî.

Erdheja li peravên Seferîhîsar li Îzmîrê demjimêr 14.51an rû da û hêza erdhejê jî wek 6,6 pileya rîxterê hat tomarkirin.

Zêdetir bixwîne

18:56

Yunanê amadebûna xwe bo alîkariya Tirkiyê ragihand

Kiryakos Miçotakis

Serokwezîrê Yunanê Kiryakos Miçotakis bi boneya erdheja li Îzmîrê peywendiyeke telefonî li gel Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan encam da û amadebûna welatê xwe bo her alîkariyekî ragihand.

Wezareta Ragihandinê ya Yunanê li ser wê peywendiyê aşkere kir ku Kiryakos Miçotakis piştevaniya welatê xwe derbirî û tekez kir, “cudahiyên me her çi bin jî di van deman divê em li kêleka hev bisekinin.”

Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez (AFAD) aşkere kir ku di encama erdheja li Seferîhîsara Îzmîrê hejmara qurbaniyan gihîşt 12 kesî û hejmara birîndaran jî gihîşt 419 kesî.

Zêdetir bixwîne

18:04

Hejmara qurbaniyên erdheja Îzmîrê zêde dibe

Wêne: AA

Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez (AFAD) aşkere kir ku di encama erdheja li Seferîhîsara Îzmîrê de hejmara qurbaniyan gihîşt 6 kesî û hejmara birîndaran jî gihîşt 202 kesî.

Erdheja li peravên Seferîhîsar li Îzmîrê demjimêr 14.51an rû da û hêza erdhejê jî wek 6,6 pileya rîxterê hat tomarkirin.

Şaredarê Îzmîrê Tunç Soyer jî aşkere kir ku di encama erdhejê de li navçeya Bayrakli 20 avahî hilweşiyane.

Şaredarê Seferîhîsarê Îsmaîl Yetîşkîn jî got, peywendiya li gel masîvanên li wê deverê qut bûye.

Zêdetir bixwîne

17:49

Di erdheja Îzmîrê de 4 kes mirin

Wêne: AA

Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez (AFAD) ya Tirkiyê aşkere kir ku di encama erdheja li Seferîhîsara Îzmîrê 4 kesan canê xwe ji dest dane û 52 kes jî birîndar bûne.

Li gor daxuyaniya AFADê 12 avahî hilweşiyane û xebatên li ser wan avahiyan berdewam dikin, herwiha li gor daxuyaniya hatiye belavkirin bi mebesta ku di xebatên li herêmê bên bikaranîn 3 milyon lîre wek alîkarî  hatiye şandin.

Zêdetir bixwîne

17:12

Li Seferîhîsarê piştî erdhejê cade û kolan di bin avê de man

Wêne: AA

Li Seferîhîsara Îzmîrê ji ber erdhejê asta ava derya bilind bû û beşek ji cade û kolanan di bin avê de man.

Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez (AFAD) ya Tirkiyê aşkere kir ku di encama erdheja li Seferîhîsara Îzmîrê 4 kesan canê xwe ji dest dane û 52 kes jî birîndar bûne.

Zêdetir bixwîne

16:50

Erdogan: Em li gel hemwelatiyên xwe ne

Recep Tayyîp Erdogan (Wêne: AA)

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan derbarê erdheja li Seferîhîsara Îzmîrê daxuyaniyek da û got, “em bi hemû mderfetên xwe li gel hemwelatiyên xwe ne ku ketine ber bandora erdhejê.”

Erdogan li hejmara xwe ya Twitterê peyamek belav kir û jibilî derbirîna hêviya silametiyê bo hemwelatiyên li devera erdhejê, got ku wan bi hemû wezaretên peywendîdar dest bi xebatên li herêmê kirine.

Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez (AFAD) ya Tirkiyê aşkere kir ku di encama erdheja li Seferîhîsara Îzmîrê 4 kesan canê xwe ji dest dane û 52 kes jî birîndar bûne.

Zêdetir bixwîne

15:49

Li Îzmîrê erdhejeke mezin çê bû: Mirî û birîndar hene

Wêne: AA
Wêne: AA

Hewlêr (Rûdaw) – Li parêzgeha Îzmîrê ya li rojavayê Tirkiyê erdhejeke mezin bi hêza 6.6 pileyên Rîxter çê bû û li gor agahiyên destpêkê, hin avahî hilweşiyane.

Navenda erdhejê li qezaya Seferîhisar a Izmîrê bûye û li gor dîmenên vîdyoyî yên ku piştî erdhejê hatine belavkirin, çendîn avahî li navenda bajarê Izmîrê û navçeyên derdorê rûxane.

Parêzgarê Izmîrê, Yavuz Selîm Koşger jî ragihandiye, hêj ti zanyarî derbarê zirarên canî û maddî de negihîtiye destê wan. Yavuz Selîm Koşger herwiha diyar kiriye, navenda krîzê hatiye çalakkirin û di demên pêş de ew dê agahiyên bêtir ragihînin.

Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu ragihandiye, li gor agahiyên destpêkê 6 avahî di encama erdheja îro ya Izmîrê de hilweşiyane.

 

 

Zêdetir bixwîne